sed esef gułşekera, meyl û muḧaba buwe qat

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  119 Dîtin
sed esef gułşekera, meyl û muḧaba buwe qat
bo diłî xeste û bêçare, mudawa buwe qat
le hemû lawe dełên, taze çemen xemłîwe
gerçî bo bulbulî dił, xendeyî gułha buwe qat
ey diła, ger be umêdî qedî zîbayî ewî
şêt û bêhoş û huřî, qametî ře’na buwe qat
diłî mecnûnî mine, şořşî leyla eyewê
boye îmřoke meger xeymeyî seḧra buwe qat
mahî tabane sîmay ḧusnî, ke damengîre
muşterî qedrî nema, her wekû zuhra buwe qat
çunke dest û qedeḧî yarme, îmşoke lenaw
xendeyî lêwî řeqîb, wek şewî yełda buwe qat
şewî bezim û terebe, mutrîb û saqî be hewes
şêxî tobe û nezerî ’îffet û teqwa buwe qat
çeng û nay û def û ’ûd û, çeqene û berbet û saz
çunke hatûne seda, menhecî fetwa buwe qat
xewe ya zîndegîye komełî bezimit, řacîNasnava edebî?
ke berawaje dełêy, meyl û muḧaba buwe qat!