wexte bimirim le fîraqî lebî gułnarî ḧebîb

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  120 Dîtin
wexte bimirim le fîraqî lebî gułnarî ḧebîb
xwênî çawim wekû baran, deřjê ser be neşîb
takû sînem neřzê min be şepolî firmêsk
nafřê teyrî ḧeya, bo qefes û dawî selîb
sebebî mergime, desmał û ḧîcabî ser û mil
çi beheştêke le jêr wanewe bo şewqî ẍerîb?!
min le řêgayî řica bendim û nagem be wîsał
sed hezar hênde bełay gewretre dawî řeqîb
pasî wesiłim hebû bo gencî qedî diłdarim
řêy nedamê segî hewşarî řeqîbim le ḧecîb
can û dił bê be fîday perçemî piř pêçanit
dem û lêw bê be fîday camî leb û lêwî lebîb
diłî xot sade bike, to le hemû gerd û ẍubar
řacyaNasnava edebî beste eme, ’îsmete bo řojî ferîb!