ey ’ezîzan, werne seyrî sozî eş’arî ẍerîb

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  241 Dîtin
ey ’ezîzan, werne seyrî sozî eş’arî ẍerîb
ta le ḧelqey bêkesîda, bême ser sebir û şekîb
namewê cennet legeł hîcratî to, ey nazenîn
bo cehennem ḧazirim, ger wesłî êwem bê nisîb
perçemit dewrî le gerdin dawe herwek ejdîha
dû telîsmî çaw û gerdin, bûne asarî ’ecîb
lalezare, xunçebare, newbehare řûyî yar
sebzewate, hem necate, em beratey zor û zîb
zor geřam û çawî xom gêřa le dinya bo kesê
mutłeqen nemdî wekû to, şox û serberz û necîb
diłberêkî çawxumar û muşk zułf û şu’le řûy
sîne saf û diłnewaz û cangudaz û piř ’etîb
qet beserhatit le řêy ’îşqa lelay kes nakirê
řacyaNasnava edebî, laço lelay pîr û mela û şêx û neqîb!