ez dełêm sêw û tirê, nabêjme to «epła û girap»

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  148 Dîtin
ez dełêm sêw û tirê, nabêjme to «epła û girap»
min qutabxaney enûsim, ger «sikoła» den le çap
naweřastim řojhełat û řoj’awa dûre lêm
’edlekarim, kurdî serbestim, eger nemken xerap
xawenî her pyawetî û merdayetî û dîwanî to
bigre yar û zû le dujmin daxe qapî û dagre qap
waz mehêne qet le řastî û kes le řêga la mede
nayewê kurdê, diruşmî nařewa û nařêk û lap
her kesî bêgane hat, amojgarî to bikat
lêy de, têy hełde be şeq, ew dujminêke piř qulap
çunke to awênedił bûy, kes şipirzet ba neka
heq, le bîrit ger neçê, naben zefer şeytan û pap
ger le gwêy egrî birakem, ba qisêkit pê biłêm
herçî şopî gewre bê, têrî eken şeplax û şap
řoj û şew, çerx û zewî, bo toye řêkupêk bî ger
ta be nařêkî biřoy, her çaw be tozî û dił be tap
min ke bo azadîy kurdan, gyan leser dest û fîdam
yekdił û yekbaweřim jîkoNasnava edebî îtir bê laf û gap