yarekey badegerm dił deřfênê be edeb

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  136 Dîtin
yarekey badegerm dił deřfênê be edeb
řişteyî gewherî řoḧim epsênê be edeb
şêx lenaw baxî řya, xoy le kenarî nawe
guł, beharêke lelay, eypiçřênê be edeb
zułfî ew şoxe be serşořîyewe, wekû zahîd
kûreyî fîtne be ’alem edemênê be edeb
bergî ’îzzet ke çi qedrêkî nebê, boçî bê?
bedenî bê şerefî xoy enwênê be edeb
řazî diłbirdinî min, bo derî yaran çi deka?
ger le ber pêy hunera, xoy nemrênê be edeb
yarî şîrîn çi ’eceb qedir û cemałêkî heye!
řûḧî piř derd û xemim, wa enwênê be edeb
şehî îqlîmî cwanî bû, leser textî mirad
her be řûy dewłetî lem texte emênê be edeb
takû ’îbret bigirin, tazecewananî çemen
leser em seru û mehe, mû exşênê be edeb
nîyetî qîmetî maçêkî ḧebîbey, řacîNasnava edebî
mer le qapî keremî, lêy bistênê be edeb!