nûkî pênûsim ewa xistimîye naw şarî edeb

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  114 Dîtin
nûkî pênûsim ewa xistimîye naw şarî edeb
gerçî nefroş û nekiř xomim le bazarî edeb
çunke gîrfanim piře, wa des betał damawe jîn
ta ziman ebřê lîbasî bîrî huşyarî edeb
têkeławim ken be xak û berdełanî mafî kurd
ta mu’etter ka demaxim, bonî gułzarî edeb
her edeb ger pêgeyênê hozî dwakewtû le şwên
řebbî kwêrî key dû çawî dujminî yarî edeb
xakî kurdistan bû kanî fenin û zanist û jyan
boçî bextî nûstuwe, lêy wişke řûbarî edeb?!
dujminim zorin, be kurdî, nayełn ser hełbiřim
ta be serbestî bida destim pelamarî edeb
řûy huner çonî eka awênekarî, ta ebed
dîmenî nesřêtewe hîç kes le dîwarî edeb
her biřo, ta şarezayît des kewê lem xakeda
ta le gwêy xotî enûsî, yek wişey zarî edeb
wa kułî jîkoNasnava edebî, le çawî bêkesîda hełquła
kes nîye ger lêy bipirsê, ḧałî bîmarî edeb!