em çawe xumarey, çi ’eceb diłgire ya řeb!

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  168 Dîtin
em çawe xumarey, çi ’eceb diłgire ya řeb!
ew qamete şoxey, çi ’eceb enwere ya řeb!
pêwîste ke bêm seyrî cemałî kem û bimirim
řeḧmê bike min bême ser em menzere ya řeb
şadim be sebeb badî seba, zułfî ke lada
yařebbî bibosim řuxî em diłbere ya řeb
sed ah û eman! bêkes û xunxiwar û zelîlim
firyam kewe laçim leser em mecmere ya řeb
wayzanî řeqîb, dost ekem terk leber ew
hey hey le řeqîbim çi ḧesûdê kere, ya řeb!
çend çapik û lawçak û beden nerim û cwane
ḧeyrane diłim, key buwe em zîwere ya řeb?
xot gewre û saḧêb be jyan û be hîlakî
řacîNasnava edebî ke řicay wesłî heye lem dere ya řeb!