ey senemî azerî dił piř ’îtab

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  177 Dîtin
ey senemî azerî dił piř ’îtab
boçî dekey małî ẍerîban xerab?!
şêweyî řewneq, be beharan lîbas
kułme wekû nûrî xuda, îltîhab
lefzî demit, gewherî beḧrî me’an
xendeyî to, cîlweyî mewcî serab
zułfî řeşt, bû be kemendî diłan
şîşeyî mujgane le cergî kebab
sîḧrî dû çawante, ’aşiq pisên
ebroyî xwênřêjte, tîẍî qesab
destî wekû lale be xwênim ekey
şahîde bo řojî qyamet, xîzab
maçî demit, bîde be řacîNasnava edebî zekat
zîwî řuwan, geywete wextî nîsab!