da’îma şayanî ’îşqe, zemzemey çeng û řubab

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  112 Dîtin
da’îma şayanî ’îşqe, zemzemey çeng û řubab
řeqis û destûrî teşewuq, saqîy û dest û şerab
diłber û şahîd, leser textî dił bigirin demax
řû le her layê bikem, sa bimkujin mest û xerab
ey gelî muftî û neqîb û qazîy û sofî û řeqîb
min be xom demirim, çi ḧacet, êwe lêm bigirin ’îtab
her ke xoy poşî le qesir û, wirde řemzî xiste der
dême ḧałî ḧeşir û nakêşê dû zułfî bo cewab
ta be kullî der neçim, lem xakeda nagem be kam
xakî ẍurbet nexşe, hêzim lê biřa, dił piř qulab
hênde zeřřatî le şeş etrafewe hawîte řûm
ئەەزهەبەتْ ’enî albeser, ḧetّy tewaret byalḧîcabErebî
xudfiroşîy kes neka, ta diłberim nirxî eka
serbexo, axir ke řacîNasnava edebî kewte ḧałî îztîrab!