seḧer perdey le řû hełdayewe, ta dîde řewşen ka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  129 Dîtin
seḧer perdey le řû hełdayewe, ta dîde řewşen ka
diłî piř arezûy ême, be milyon arezû ben ka
şeqamî hatuçoy řojê, be řojaney xeyałî xaw
ewa her bê muhendîs mayewe, ba her xetê çen ka
le kokirdey semada, řêgeyêkî řast nakêşrê
le dunya ta qyamet, ger hemû fêłêk le derben ka
wekû hêzî teşî, ta bay neda destêk û lařanêk
xurî naka be řîs û nayewê febrîke ten ten ka
heway řagirtuwe, takû nesîmî zułfî dengêwê
xetay kułmey çîye ger dił serî mestî le gułşen ka?!
xetay kêye? terazûy kar lenge û, lînge destaře
elîdrem loke, sa key hawtay gurzî tehemten ka?!
bełê, başe legeł xełkî eger pêwane serbigrê
legeł sûka, giran key hat, desî kêşan le gerden ka?!
be te’rîxî cehendem tê nemawim bo beşer, bełkû
le aşîlkey beheşta, kê heye xerwa le têçen ka?
xeyałî mîwecatêke, pelamarî hemû karê
le bêkarî çi dê? ba her kesê newsî be ba şen ka
ẍerîbim, taze hatûm, ’are, şerme, êste nabziwêm
eger sewdayî řûtî û birsyetîşim, ser le dîmen ka
le girye û nałe wa tofan hełsita û mêrg û řez şîn bûn
be nawî çî deçê jîkoNasnava edebî, serî sozî le çîmen ka?!