gułim napşikiwê, em baxçey dunyaye dił win ka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  125 Dîtin
gułim napşikiwê, em baxçey dunyaye dił win ka
be hawarêk û bangê, em hemû çerxe serewbin ka
serit sûř mawe ta seyrî şitî gewre û fişufoł key
meger netbîstuwe, yek zeřře, dunyayek le mirdin ka
be zanîn daxra tendirûrî jîn û ’eqłî lê derkewt
le şew sermay cehalet, boç ser û laqî le bestin ka?
ke pêpîlket nebê, sernakewî lem berze bê řêye
bexo hełdanî, însan, boçî xoy wek gîske ginxin ka?!
emin toqim le pêta, ta biřoy her deng û nałem dê
eger azaye destit, ba ewîş xoy piř le bazin ka
hezar das û çekuç gîrane dest û danemezra jîn
çi xwa berdare ême cût be gasin, ew be asin ka?!
le layê agire û şaław ehênê, layê deryaye
diłim bo to zerer nabexşê, ger sûta û ger xinka
ewî birsî buwe bem derdî ’îşq û soze, pêwîste
kulêrey řûmetî êwe bibînê û jînî newsin ka
ewî lafî eda bem ałuwałaye, dwênê şew
ebê îmřoke bergî bêkesî û řûtîşî çiłkin ka
meger «ba» yî fenaye, eybizêwê çerxî řengawřeng
be fermanî xeme, şadî, ebê xoy encin encin ka
eger geş bêtewe kułmey, be zerdexendeyî lêwî
ebê dił çeşnî xunçe, řû lenaw gîrfanî gułçin ka
le zistan û kiřêwey bê demaẍî, řê be hîç nabem
meger nekujêtewe pişkoNasnava edebî, beharî kurdî pirçin ka!