dił, katê le naw çîmenî zułfanî ehała
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
210 Dîtin
dił, katê le naw çîmenî zułfanî ehała
carê egeyşte berî pêy, carê le bała
wextê be xet û nuxteyî xał, qaqezî řûy hat
kê bê le ser û kułmî newestê be mutała?!
biřwane nimî areqe, germayetî şoxim
seyrî ke, dem û lêw û mem û sîneyî wała
bem leşkirî xem, fîrqeyî xałî neşka bom
çon dête şikan polî, legeł qametî ała
hawxiwênekeme pirsî, le řojaneyî maçan
hey kake le řoj çîte? to lêm pirse le sała!
min herwekû mecnûnim û sergeşte le deştan
ew herwekû leylaye, ke danîştuwe le mała
her řeş bewe, dûbare, bisûtêwe to řacîNasnava edebî
qet ḧałetî toy nayete ber çawî xeyała