nazî êwarey ke seyrî berzîy û estêre ka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  126 Dîtin
nazî êwarey ke seyrî berzîy û estêre ka
bo tifeng awêtnî ẍemzey gyanim sêre ka
ta leber pêy kewme sayey ew çem û baxçołeye
her nyazêkî heye, diłber, be ḧazir lêre ka
pêkenînî nîweřoy kirdime piřûkanî firîw
boye êwaran xerîke mirdinim pê gêre ka!
taqe maçêkim beser lê xwast û hênd pařamewe
pêy nebexşîm, çon ebê xoy xawenî em xêre ka?!
demjyênê ew be naz û her be nazîş demkujê
kêye wek min, xoy be tûşî em beła û tawêre ka?!
çawekanî meykedey ’îşqin, bełê, lêy nabzûm
xo meger ’îsa wekû min, xawenî em dêre ka
agirî berdawete naw cergî řacîNasnava edebî, řûmetî
dawî kurdistanî zułfî, ta le mil ew şêre ka!