çaweket her wek ẍezaley deşte, wa lêm řem deka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  165 Dîtin
çaweket her wek ẍezaley deşte, wa lêm řem deka
boye seyyadî diłim, nisko le zam û xem deka
letletit kird cîsim û cergim, to be şimşêrî birot
yar legeł yaran emêsta, zamî bê merhem deka
zamî koney hełweşandûm û lebatî merhemê
wirde wirde, ew tedawî min be jehir û sem deka
yar be řojê ger bika qetłî sedan, nałên çi bû?
min leser yek camî mey, wa ’alemêk lomem deka
ew, le satê sed keřet gořînî cilkî pîşeye
min be sałê xerqeyêke, hêşte serkonem deka
hênde giryawim le dûrî to, eger baweř dekey
seyrî lêşawî siruşkim, her le beḧir û yem deka
řacyaNasnava edebî řojî ezel, min xoşewîstî diłberim
êste pêy ’are wîsałim, xoyî nameḧrem dekaHisaba Ebcedê: 1936