wexte le xefet bimirim, herçende ke ew sił ka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  129 Dîtin
wexte le xefet bimirim, herçende ke ew sił ka
perdey diłekem şeq bû, min řenge ke bê dił ka
ta řojî dwayî dê, her dway ekewm axo
le kwê kemerî degirim, destim le ser û mil ka
ta sûretî ẍarim bê, tirsim le řeqîb nabê
deccalî be nefret bû, ba her kerekey cil ka
parey cigerî miftim, deskewtuwe ta îmřo
norey ḧeseney yare, çawî ke piřî kil ka
mey, mîweyî mêwêke, ’alem leme sersame
hîwayetî meyxane, piř sewsen û sunbul ka
baxatî direwşawî ew saqîye lêw ałe
wîstî be çiłêkî, xoy, gîrodeyî çil çił ka
sofî le demî mey da, daxî be demaxî da
mêşkî lesera dořand, xoy taze çi aqił ka!
yar, bendî diłî kêşa, hey quř be serî muftî
bê qîmete, her pûçe, ba her heřeşey zil ka
jehrî le birîn naçê, çawî diłî ta nefřê
řacîNasnava edebî le xemî kurdan, ger xoy be mesel gił ka!