diłber be camî dîde, eger bê wefa neka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  134 Dîtin
diłber be camî dîde, eger bê wefa neka
meylî le kuşt û bestinî xełke, sa xwa neka
damênî wefay bigre, eger merdî karî to
ta xoy le dest û dawî hunerta cya neka
xakê le dem sebawe, ke bênê nesîmeket
nabê ke çawî ’îşq neřêjê û dewa neka
surmey le pê kişawe, mujganî be řoj û şew
çon çawî karebayî, sema piř çya neka?!
herçî le ’îşq torawe, axirşeřîy le xoy
destî sibeynêke ba le baxeł cefa neka
řîswa û serguzeştey pîr û cwane, ew kesey
bînayî mey peristî û, baxatî sefa neka
xwênêke řijawe, sa nayełê em xwêne bida
çawî, hetakû qatîlekeş ber beła neka
kewtûme çoł û byabanî piř ’ezabewe
dernaçê le çiqił û çał, diłim ger her řa neka
řacîNasnava edebî le pê kewtuwe, nagate amancî kurd
ta xwênî ał û geşî, bo xakî fîda neka!