yarî ’alemsozî min, wa çake maçî ser neka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  136 Dîtin
yarî ’alemsozî min, wa çake maçî ser neka
ger şehenşaye, le qapîy kewtûm min der neka
min ke badenoşî qetrey xwênî cergim, lem dere
ba mezey lêwanî bo mîwanî řûy bêber neka
çerxî pêşçûn, şoretî xistûme şarî ’îşqewe
zahîdî xobîn eger çî wit, biłên xoy ker neka
yarî bîd’etperwerim, îmřoke ger wêney nîye
pêy biłêm çî? ger ḧukmiřanî be eskender neka
mecmerêkî sîne bû, birdûme bo ew diłbere
çon ebê mîsk û ’ebîr û ẍalîyey pê wer neka?
dił le coşî perçema, sermestî apore le ceng
nařwa, ta xoy zedey sed xencer û neşter neka
zor detirsim axîrî, řacîNasnava edebî, řicay negrê gułî
pêy biłên layben le em derkane, ba sêber neka