le xoşî çaweket, dił karî naqoła neka çi bika?
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
178 Dîtin
le xoşî çaweket, dił karî naqoła neka çi bika?
be nawî narewen bałat be dem sewda neka çi bika?
le pê ahengî kurdana, le meydanî hunermendî
be nûkî nêzewe dił hemserî ała neka çi bika?
seḧer perdey ke lada, tûşî her komeł ebê, herla
le řazî řojewe sozî diłan peyda neka çi bika?
serî sewdazedem, ser texteyî camî xerabate
ke damênî be mestî, małeyî sehba neka çi bika?
be bezmî badewe saqî, keway pîranî gułgûn kird
ke goynde çirîkey řû le ’erşî xwa neka çi bika?
le tarîkî xeyałata nefewtawim, diłî safim
be nûrî ’îşqewe, em çawe ger bîna neka çi bika?
le ’alemda humêdî dił nema, bêçare wa mawe
le naw perdey tewekkul, xoy eger tenya neka çi bika?
be şîrînî sitandî lêwî gułřûyan, diłî ême
ke taławî hemû cêgay be cergîda neka çi bika?
diłî piř ḧesretî řacîNasnava edebî, le kuncî sîne naguncê
le řêy serkewtinî kurdî, ke waweyla neka çi bika?