eger zułifit neka cezbim, hewadarîm legeł naka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  142 Dîtin
eger zułifit neka cezbim, hewadarîm legeł naka
eger badeş bibê qurban, keremkarîm legeł naka
xerîkî şîwen û şînim, le şêwey zemherîr asa
be eltafî melek, yarim, guherbarîm legeł naka
le meyxaney newada bûm, witim: mutrîb hewayek bê
egerçî êste bêzare, be yekcarîm legeł naka
fîday serwî řewanit bim, çi xoşe maçî lêwanit
ke xunçeş bêt û ’aciz bê, be xunxiwarîm legeł naka
esîrî qeydî tabûrim, be xałî muşk bû hatim
ke qetłîşim bika yarim, be naçarîm legeł naka
hîwadarim, ẍezelxiwanim, wekû bulbul le giryanim
nîgar û nazenînî xom, wefadarîm legeł naka
zelîlî destî şahîne, kewî dił mat û ẍemgîne
hezarcarîş bibim řacîNasnava edebî, řicadarîm legeł naka!