řûy beharêke beheştî jîn piřî sîney eka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  133 Dîtin
řûy beharêke beheştî jîn piřî sîney eka
saf û řazawe, be hengiwîn û penîr û mey eka
dił le mîḧrabî biroy ewda, ke secdey bird be qed
bo temay ahengî ew fîrdewse sed tobey eka
qametim çirç û nexoşe, xwar û xêçe bo řiku’
fatîḧey ’îşqî, le neẍmey çend hezar notey eka
ta kewan û tarî min, her basî naz û lence ka
ser, be qanûnî tereb, çeşnî suraḧî qey eka
ehlî wîjdan û řîsalet, ger ełê cennet heye
dyare baweř bew leb û sîne û meme û kułmey eka!
herçî bê biřwaye negbet eygirê û muřted ebê
zahîdî bazaře wehmî çaweçřikey key eka?
cennet û dozex, le ewweł řojewe hatûne dî
her yekey řêga be ’erdî ademî şosey eka
xêr û şeř, qazanc û dořandin, çîye nîsbet be heq?
her kesê xêrî bwê, xoy ogrî cîlwey eka
damenî bade û, be badey wesłî berbade xemit
her kesê xezney sefa daka, be em îşey eka
mang û řojim lê eçê, ta sał be sał û mang û řoj!
çawîyan pê kiz ebêt û, cergîyan xirpey eka
axîrî karane jîkoNasnava edebî, heste yarit hate řû
kes nîye bêcge le xoy, sa kê le kê oxey eka?!