bulbulî xeste diłim, hatewe dîsan be seda

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  154 Dîtin
bulbulî xeste diłim, hatewe dîsan be seda
le řez û baxî řuxî, marî řeşî pêyeweda
nirxî le’lî lebeke û, denke henarî xałî
nabê berlîn û ’ecem, lenden û pars û keneda
kuşteyî nazî demit, zînduwe ta řojî beqa
mestîy çawit bexeber naye ’ezîzim, ebeda
dîde hełmebře be ew nawe le řêget ladem
hey dił û gyan û ser û merdumî êmet be fîda
diłekem têr û piře, hênd le xeyałî sînet
meylî ḧûr û perîy û baxçe naka, be xuda
ser çîye? neyxeme jêr pêt û neçêjê awat
gawrî mutłeqe lem řêye, kesê ser ke neda
řacyaNasnava edebî ’îşq çîye? sozşî gyan û bedene
xûyî perwane biřo bigre, çi şahî, çi geda