nîgarî guł’uzarî min, hewa be bał û peř eda

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  144 Dîtin
nîgarî guł’uzarî min, hewa be bał û peř eda
bulbulî xakesarî dił, le řêy wełamî ser eda
demêke meylî şeř eka, benaze çawe mestekey
kewa be şîr û tîrekey biro û mujan, nezer eda
nêçîrewane diłberim, herdem le řêyek dadenê
dawêk le zułf û kakołî û, be leşkirêkî ser eda
tikay memanî newřesî, le muttekayî sîneda
henar û sêw û bê lenaw desî biřawim ber eda
dirişte bîrî wirdî min, derheqî xałî řûmetî
ke karebayî wird û řeş, le řojî řûy qemer eda
xumare çawe şoxekey, beharî dił beder’exa
hełałe û hengî xałekey, hengiwînî lêwî der’eda
pişkût be xende xunçekem, çi şête řacîNasnava edebî lem dere!
bêbake şoxî naw řezan, tane le řêguzer eda