şî’rî kawlistan

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  477 Dîtin
wişeman çand bo ewey lem:
deştaneda dwařoj biřwê:
wişeman awêtey «ba» kird
bo ewey lem asmaneda
řastî bifřê!
şî’irman kird be zengî berd
bo ewey lem şaxaneda
mêjûyekî nwê řapeřê!
bełam mexabin
mexabin!
deştekanman wek peře kaẍez sûtan û
asmanman kird be qefez û
şaxekanman tîror kird û
wa êstake şî’rîş buwe be xełûzî kawlistan!