nîweřoy şewan

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  492 Dîtin
«ba» nît û heł’ekeyt,
pêkewe xeyał û kaẍezî sermêzim efřênî.
baran nî û ebarî û pêkewe
bałindey em sere ẍeware û
çawanî qełemim teř ekey
le kwê bî le lamî
ẍeybît û amadeyt
şwênît û ecûłêyt:
ser ekey, xwar ekey, řa’ekey.
şarêkî efřît û şeqamî heł’estî û
geřekî û kołanî û dirextî û le şeqey bał edeyt
zemanît ewestî û lepřîş
dêytewe û la edeyt
mêjûyek her şew bû:
qube bû bo xewn û cengełî bînîn û awingî kazîwey serînim
emêsta be řojîş şewêkim: dagîrsaw
nîweřoy tarîkim û xewnêkim
bepêwe westawim û etbînim!