şextey qutbî şîn
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
512 Dîtin
ba şewt be temay cirîwey kujrawî serî min qet nebê!
ba zeryat be temay em masîye xinkawey leşî min qet nebê!
ba dengit be temay şeqjinî sûtawî gerûy min qet nebê!
ba bałat be temay lawlawî girmołey ser ’erdî min nebêt!
ba qijit be temay em geła mirduwey pencey min qet nebêt!
min, êste
min, lêre bûmete çîrokî
řojaney namoyî û hełwerîn!
min lêre bûmete
parçeyek le şextey qutbî şîn!