îrotîka-ḧemam

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  315 Dîtin
lew dîw dîwarî şûşewe
leber pirjey be xuřřemî dûşekeday
sêbereket gewretre le leşî xot
sêbereket awî lê eçořêtewe
sêbereket kef girtiwêtî
be dengî berz bangim ekey
dengit teře
hełmê le sêber heł’esê
lew dîw şûşey girincewe
leşt řêřê
leşt lêłe
min lêrewe wa hest ekem awênem û tem emgirê
leber pirjey be xuřřemî duşekeday
sêbereket da’enewê
aw bêdeng bû
êste sêber řa’ekat û
toyş be řobêkî sûrewe
dêyte derê
to hêşta lenaw kefda bûy
min çûbûme naw lokewe û
le cêgada çaweřêt bûm!