îrotîka-gom
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
554 Dîtin
to bem kirase şîfone şînkarewe
řakşawî û êste çirpa buwe be gom
le lêwarta danîştûm û nîweřûtim
wek yekem car bê bitbînim
seyrit ekem:
serîn teře û qijit wişk nebotewe
nermetîşkê
be pêdzikê
dête jûrê
gom nîwey zyatrî ebê be zîw
gwarekan edrewşênewe
qaçêkit kirdote herem
cûte kewî sipîş herdû
le sêberdan
pełemêrgî awing girtûy: xwar nawkîş
piř hetawe
le lêwarta danîştûm û nîweřûtim
le minîşda, biłêsey leş dagîrsawe!
êste tewaw tewaw řûtim
wa xerîkim wergeřêm û ...
biçme em sîḧre şînewe
nayeme der, heta çizey kujanewe
le şîşî daxî naw leşim hełnesênê
em gomawe!
řakşawî û êste çirpa buwe be gom
le lêwarta danîştûm û nîweřûtim
wek yekem car bê bitbînim
seyrit ekem:
serîn teře û qijit wişk nebotewe
nermetîşkê
be pêdzikê
dête jûrê
gom nîwey zyatrî ebê be zîw
gwarekan edrewşênewe
qaçêkit kirdote herem
cûte kewî sipîş herdû
le sêberdan
pełemêrgî awing girtûy: xwar nawkîş
piř hetawe
le lêwarta danîştûm û nîweřûtim
le minîşda, biłêsey leş dagîrsawe!
êste tewaw tewaw řûtim
wa xerîkim wergeřêm û ...
biçme em sîḧre şînewe
nayeme der, heta çizey kujanewe
le şîşî daxî naw leşim hełnesênê
em gomawe!