îrotîka-xilîskan

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  497 Dîtin
be řûtî leber awêney
jûrekeda řawestawî
pirçekanit tenha sayen bo şan û mil
pirçekanit dû pilûskî awî řeşin
dûrgeyekî bilûrîne û şepoł edatewe le şit
çi beharêkî sipîye û birîqe eda le çawim
çi awêkî bironzîye û lêm epirjê!
«taq»y memk û «taq»y simit û
pêç xwardinewey kewaneyî
le kemerewe bo řanî lûs û sifit
xêra, xêra pêç be çawim ekenewe û lepřêkda
leser şûşey pêstî ber sik
exlîskêm û bo bijwênê şoř ebmewe
le nawenda, gyay sîḧrawî dewrî zine
herdû nîgam şêt eken û
pencekanim yaxî ebin û
le meçekim coy ebnewe
...
êsta řûbeřû awêneyn
bo yektirî!