hełqirçan

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  405 Dîtin
êwe «ba»yek bidoznewe, em şî’rem bixiwênêtewe,
le xom biçê!
«ba»yek çawîlkey sehołî
dû deryaçey ḧepesawî le çawa bê,
qijî: dewenî tarîkî û
tewêłî: awêney xuda û
pencekanî: pelkegya bê...
«ba»yekî leş encinkiraw, «ba»yekî bêkes û bêmał
«ba»yek şełałî kîmya û
«ba»yekî hawserî agir,
«ba»yek nûserî zirîkey deştî «enfal»
êwe «ba»yek bidoznewe
em şî’re bixiwênêtewe
le xom biçê!
«ba»yek ke hate ser şano
çun zemawendî darbeřû, le cejnî kiławçinînda
a bew core, qirîwey bê û legeł xoyda:
ḧîley berd û
wijewjî naw bêşełanî pirsyar û
legeł xoyda, kiřêwey mana û
pirûşey telîsmawî û gerdûnêk û legeł xoyda,
lerzekanî bûmelerzey wişey pê bê!
êwe «ba»yek bidoznewe, em şî’rem bixiwênêtewe
le xom biçê!
«ba»yek give tow bikat û
dewarî tem hełbidat û
şepol şêt ka le kenar û
řewez le şax yaxîy bika û
le baxçekanî befrîşa şetłî biłêse biřwênê!
«ba»yek ełêm: bin hengiłî
piř bê le wirde çexmaxe û
le wirde kujekey nime û
le defterî giłesûr û
le peřî «melek tawis» û
le bonî řengî «perîxan»!
«ba»yek ełêm: wextê geyşte ser şano
wextê ke destî řaweşan
be çwar dewrî maykirofonda
bîka be bałinde baran.
êwe «ba»yek bidoznewe
em şî’rem bixiwênêtewe
le xom biçê!
«ba»yek ełêm: çun cigerem
xem her be xem dagîrsênê û
birîn be birîn hełbika û
gumanî mengî serîştan
be xiřkeberd bişłeqênê.
«ba»yek ełêm: konsêrtî namoyîy min bê.
«ba»yek şeqamî «mewlewî»
bika be şimşałî lalêw.
«qełay hewlêr» be okordyon
pepûle bika be note û
şehîd be jê û
tembûrî serî «hełebce» lê bidat û
gerdinî «estê» bijenê!
êwe «ba»yek bidoznewe, em şî’rem bixiwênêtewe
le xom biçê!
lenaw qûłayîy ewînda
lew cêyeda şî’ir ezê
wird bigeřên eydoznewe!
lewaneye lem sateda û lem hołeda
be bestênî hełbestêkî temawîda
pyase bikat.
yaxud bûbê be henasey şêdarî jûrêkî birsî
yaxud be «mang»êkî giryaw
yaxud bûbê be yaqûtê û le kewêłêkda nûstibê.
yan lenaw qijî kiçêkî «mełkendî»da
cirîwey bê!
yaxud bûbê be firmêskî berdekêlêkî ser qebran.
lewaneye:
lejûr serî gułdanêkî awareda
bûbê be kizebay nexoş
eşê bûbê be awîlkey çiray payîz
le gwê çemê!
lewaneye:
le zîndanî tifengêkda bend kirabê
lewaneyşe:
le bazgeyekî gumirga û
wekû çawanî yarekem
fiřêndirabê!
êwe «ba»yek bidoznewe em şî’rem bixiwênêtewe
le xom biçê!
le awî şipirzeyîda, le awî xoşewîstîda
bibne masî û wird bigeřên, eydoznewe!
ger dengî «dîlan» bigeřên
le berzayîy çirîkeda
eydoznewe!
ger gîrfanî nuktekanî «kemal sabîr» bipşikinin,
le loçêkda
eşê «ba»yekî serxoş bê û
girmołe bê û
eydoznewe
êwe darêk bidoznewe
em şî’rem bixiwênêtewe, le xom biçê!
darêk tenha leser yek qaç sema bika û
be sed destîş bałindekanî řajenê.
darêk ke hate ser şano
her leberdemî êweda
kispekanî wek guł henar
bipşikiwên û her leberdemî êweyşda
estêrekanî
he
ł
we
rê!
darêk ełêm: wextê azarî xoy tekan
kursîtan û
bałatan û
xewnekantan
ał hełgeřên
darêk ełêm: her le hozî
sêdarekanî ême bê!
darêk ke şî’rî xwêndewe
le zaryewe:
pole pasarîy řengawřeng bêne derê û
le řwanînî gełayşewe
qełemî bałdar, hełfiřê!
lenaw berayîy ewînda, temaşa ken,
eydoznewe:
leser girdêkî kujrawim,
le kenar cogey xinkawda,
lenaw małî qurbanîda û le bałay bêwejnêkda,
le defterî wênekêşanî kîjêkî kerkûkîda,
eydoznewe
lem sateda
şwên kensime sûrekanî bakûr kewn
şwên pêy şepolî «xabûr» û
cê pêy xwênawîy mamzî naw «hekar» û
şwên sêberî dûkełî řakirdû kewn,
eydoznewe.
êwe darêk bidoznewe, em şî’rem bixiwênêtewe
le xom biçê!
darêk ełêm: wextê xwêndinewey tewaw kird,
le şanowe hate xwarê
lew demewe
le řoḧtanda
gêjenekanî pirsyar û
hewretrîşqey sersamî û
çaweřwanîy nêw dozex û
ewq bûnî berdem: xwênî
em dîroke becê bêłê.
lew satewe:
tewaw ebê
dest pê bika û
wextê biławey lê eken
em bêtewe û
legełtanda bête małê û le xewnîşda
amade bê û bitandiwênê.
êwe «ba»yek bidoznewe
em şî’rem bixiwênêtewe
le xom biçê!
«ba»yek, berdewam bêdengîy hełkołêt û dirextêkîş:
be tewqî ser
hemû binmîçekan kun ka û hełçê,
hełçê û hełçê...