pyaseyek be naw xwênî xomda

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  445 Dîtin
cilî şî’irim leberdaye û
bałindey ’eşq le «ser»maye û
wa êstake her be cadey «şeqławeCih»da
legeł sêberêkî zîz û
legeł hetawêkî wiřda
řuwew baxan ser ekewm
emřo eçim bo dîdenî darmêwêkî
xoşewîstî dêrînem û lewêşewe
be řastekołanî hewra eçme geřekî baran û
serêk edem le małî «memKes»
eçim bo ewey qaweyek legeł
çîrokêkî tazey ewda bixomewe û
cigereyek legeł «sefînCih»da bikêşim û
beramberî mangeşewî derdedarî ser «pîrmam»yiş
be yadî çawî xanzadî koneyarim
pêkêk hełdem
ser ekewm,
pêş geyştin
le şemmeyekî qoqzî řêgey şûm û
dwařojî «ab» heł’enutêm
be «goyje» xom egirmewe.
eçme serê, le naweřastî bazařda
eyanbînim; yuzbaşî û zabit têkełn
«necim û hîlal» û enfal û swarekanî qadsîye û
camaney kurdî têkełn
eyanbînim: ’eskerekan û jenderme beyekewe
darkenî naw daristanî xewn û leşmin
beyekewe, dû dû, sê sê
sîley kołan û berdemî gořepan û
baregakanyan girtuwe
hêşta řoje û keçî ewan
mergî şewmyan kirdote şan
eyanbînim: «binesławeCih»m elerzim
lewaneye bimwestênin û yeke yeke û kun be kunî şî’rekanim bipşikinin!
lewaneye baxî giştîy silêmanî û çinarok û kotrekanî dyarbekir
le gîrfanma bidoznewe û deryanbênin û
her lewêda byandene ber
nûke şimşêr û qeme
lewaneye le nawqeda
bejnî yar û bejnî xeyał û řwanînim bibřinewe
byanxene dû tabûtî serabewe û
tabûtêkyan berew beẍda û ewî tiryan řewane ken bo enqere!
cilî şî’irim leberdaye û
bałindey ’eşq le «ser»maye û
řûm kirdote kaftîryakey tazetrîn mîwanxane
eyanbînim: leberdemî ḧewzekeda
fiřokewane turkekan
masîy mirdû, gułî mirdû, çîrokî mirdû ejmêrin
fiřokewane turkekan, dewrî nexşeyekyan dawe
bołe tirê û çawekanî «’ebdulxalqKes»y hawřêm
beyekewe leser mêzekey berdemyan danrawe
fiřokewane turkekan, le nexşekey berdemyanda
bo hełfiřînî em care
pence exene ser lûtkey
şaxî «nalîKes» û wird ebnewe
le řojhełatî şî’irda
«ḧacî qadirKes» lebin dewenî hamûnda edoznewe
pê’ekenin
fiřokewane turkekan, denk denk
bołe tirê û wişey zimanekem exon
wird ebmewe: lejêr çekmekanî qaçda û lebin mêzda
twêkłe hencîrî şeqławe û
twêkłe mêjûy řizîwî xom ebînmewe
fiřokewane turkekan, wextê efiřn be asmanda û
lar ebnewe, çawim lêye:
çendîn estêrey mirdûy xom
lew berzewe ber ebnewe
le jûrewe, le binewey kaftîrya û
le goşeyekî nisirma
dû şa’îrî bêlayenî modêrnîzim
«sefîn»nebîn û cîhanbîn
beramber yek danîştûn û
dûkełî cestey «nazenîn»
eçête naw quřgyanewe û ekokin û ser hełnabiřn!
wirde cogey xwênî berd û xwênî dirext
egate bin mêzekeyan
ser ekat û nuqim ebin, çaw hełnabiřn
berdewamin beramber yek û bo yektir
wişe û zarawe heł’eden
çolekey mirdû heł’eden
leber dergay kitêbêkî berdemyanda
řîqneşî’rî ewrûpîyekan eçninewe û
lejêr bałî teyareda yezdanî şî’ir esûtê û çaw hełnabiřn.
bêlayenin, lenêwanî fiřokekan û zewîda bêlayenin.
lenêwanî bombakan û baxçekanda, bêlayenin.
lenêwanî gulletop û serî minda, bêlayenin.
lenêwanî mergî qeła û zirêpoş û «cengîzxan» û ’erebanekey meẍdîd û «ebutebre» û mewlewîda, bêlayenin.
le jûrewe her letenîşt ewanewe
pîremêrdêkî «hîran»y
serî jine kujrawekey kirdote camêkî fafon
bo derweze legeł xoyda eygêřêt û mêz be mêzîş exulêtewe û leberxowe
beyte şî’rêkî «şêx řezaKes» ełêtewe
cilî şî’irim leberdaye û
bałindey ’eşq le «ser»maye û her egeřêm.
be lay řastida la edem û
eçme ser şeqamî «serok»
le berdemî kitêbfiroşîy «şořş»da řa’ewestim
le bała şûşey camxaney wişey momya řa’emênim
le şûşeda demuçawî dirizbirdûy xom ebînim
wird ebmewe, le beynî dirzekanewe
pepûley sûr dêne derê û ebin be bałî řwanînim.
wird ebmewe, le şûşeda serî «şehryar» ebînim
kirdûyane be încane û gułe zerdî «serî řeş»yan tya çanduwe.
le şûşeda serî «holako» ebînim
kirdûyane be řojname û be xwênî latînîy cestem mergî minyan be řengawřeng çap kirduwe.
cilî şî’irim leberdaye û
bałindey ’eşq le «ser»maye û
qurbanîm û geştê be naw çeqokanma û pyase be naw xwênma ekem.
eyanbînim: wa le serřa berew xwar dên
sêqołî dên: le fulkey etaturkewe
her be şeqamî sedamda da’egeřên
germayane û řûyan kirdote mesîf û kirasî nîwqołî abyan leberdaye.
sereta nayannasmewe, dêne pêşê
wird ebmewe, wextê egene ber demim
be tîley çaw pêkenînêkî diřkawîm bo enêrin
sêqołî dên- mergeweřî botanîye û «ebû řuẍalî» ’ereb û
legeł-kîslinigî nerwîcî-
eyanbînim: qît qît eřon
eyanbînim: le yek ’umran, le yek bergan
le yek katda le zor şwên û le yek katda
le dwênêşda û le emřoyşdan.
řet ebin û řet nabin û
temumjê dam’epoşê
weyşûmeyek wiłatî xewnim da’egrê
serinc edem: bulbulî kujraw ebarê
serinc edem: berdî tarîkî ebarê
serinc edem: ’ar, ’ar, ’ar, ’ar
’ar ebarê!