jîla

sozî lawandineweyek bo «jîla ḧusênî»
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  436 Dîtin
tenha her se’atêk ebê
mamzêkî sipîy şî’irim lê win buwe!
erê nazanin le kwêye?
netandîwe?
deştêk kerwêşkey firmêskî
leber estêrkêkda ekird
hat û witî:
řenge lepał kanîyekda
êste xewî lê kewtibê!
wek sinewberîş xewnêkî sewz bibînê!
ewe bo dû sê řoj eçê
«awaz»êkî pîrozeyîm lê win buwe!
erê nazanin le kwêye?
erê kestan netandîwe?
«bałebanê» bedem pijanî axewe
hat û witî:
řenge êste lenaw hajey meylew şînî řûbarêkda
bûbê be qełbezey zîwîn
řenge êste le kenarî «zirêbarCih»da
bûbê be tełê wenewşe û
bûbê be gułemêlaqe û
xewnêkî şînîş bibînê!
***
ewe bo hefteyek eçê
gewałehewrêkî «mor»m lê win buwe!
erê nazanin le kwêye?
erê kestan netandîwe?
«ba»yek be çawî teřewe
le lûtkewe hate xwarê û
geyşte lam û pêy witim:
řenge êste bûbê be kilûbefrêkî «awyer» û
leser gełayek nûstibê!
eşê bûbê be awingî pêłûy berd û
eşê bûbê be şewnimî qijî herd û
eşê le derałî kêwda
bûbê be ziney eşkewt û
le nisêda bo xoy xewî lê kewtibê!
lewaneyşe bûbêtewe be hełmêk û
tirawîlkey binarêk û
şwên pêy xewnî:
’eşqî «memKes»û «kake lasKes»y hełgirtibê!
***
ewe bo çend mangêk eçê
gułestêrey binarêkim lê win buwe!
erê nazanin le kwêye?
erê kestan netandîwe?
kewêkî bał dagîrsawî xemim hat û
bedem qaspey henîskewe
geyşte ber pencerem û
denûkêkî da le diłim û
ewsa witî:
řenge êste bûbê be şewqî çirayek lenaw jûrî şa’îrêkda
eşê bûbê be momî jûr serî kanî
be çirawgî des guł henar
be giłopî şeqamêk û
eşê bûbê be cirîwey pexşanêk û
eşê bûbê be qutîlkey ber heywanî çîrokêk û
be tirîfey dîwanêk û
řenge bûbê be tirûskey agirî şwanî dûre çya
lewaneye bûbê be pepûley nûrê
lenaw řîşî «mewlewîKes»da û
lewaneyşe, bûbê be qeqnesêkî giřgirtû
lenaw ẍurbetî «nalîKes»da
***
ewe min bo sałêk eçê
çawêkî xom leřêy «taranCih» lê win buwe!
dengêkî xom
le pêçekanî qîrtawî tarîkîda, lê win buwe!
le temtûmanî seferda
«mang»êkî xwênawîy serim lê win buwe!
hawar, hawar
erê nazanin le kwêye?
erê tuxwa netandîwe?
le milekanî «şaho»we
perîyekî qijnarincî
nîwey: şew û nîwey: hetaw
perîyekî şî’rî «ḧafizKes»
nîwey: guł û nîwey: terze
kiçî tem û kiçî baran
hat, dageřa û
geyşte lam û pêy witim:
-min xom dîwme, «jîla» buwe be şetawê
lew kawane û «jîla» buwe be çinûrê lew kejane û
«jîla» buwe be masîyekî bałdarî naw «zirêbar»
min xom dîwme, êste ew lenaw hewrdaye û
leser kursîyekî berzî erxewanîy danîştuwe û
be gizing şî’ir enûsê û kirasêkî awdamanî mangeşewî leberdaye
min xom dîwme: buwe be kotreşînkeyek
lew mahyane û gimegmî ewînêtî û
her şeqjinî birînêtî û her çaweçawî bînînî bałay şî’rêkî toyetî û
milwanke mûrûy estêrey le mildaye.
min le lay bûm. min xom dîwme:
be beyanîyan, sirweyekî serbał şîne
be nîweřwan, hetawêkî řeng pemeyî û be êwaran, tîzmałke xwênî lêwarî xorinşîne.
ew egořřê
heftey carê, ebê be gułebeřoje
mangê carê, ebê be gułî darhermê û «xec»e û «şem»e û aram nagrê û her koç eka
demê leser «awyer»e û
demêkî tir leser «goyje»
min xom dîwme û em beyanîye le lay bûm
min hatûm û řaspardey xezanêkî ew behare leş cinrawey êwem laye:
be giryanî kała řeşî kesukarim,
be hełałekanî wişem: hawřêyan
be wiłatî zerd û sûrî xewnekanim
be şarekem, geřekekem, kołanekem
be peřesêlkey tenyayî û
be hêlaney çołuhołî şî’rekanim,
be jûre bêwepyawekem
be qutbî şînî namoyî û
befrî řeşî tarawgey
«şêrko bêkes» biłên,
taze min çûmete naw qozaxey
siřřekanî gerdûnewe û
bûm be şî’rî awrîşmînî baranî xwa û, zubanî xwa û
nayemewe!