çêwar

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 6 Xulek  247 Dîtin
1
peřesêlkey hewałêkî řeş û sipî,
têkeł le befir û namoyî
teř teř wekû çawî «goyje»
berew řûm dê û nizim efřê û
nawbenawê bersing eda le meraqim û
carbecarê bałêk eda le estêrkî ḧepesawim û
çun qesîdey pirsedarim
ewîş egrî û egrî û egrî
peřesêlkey hewałêkî řeş û sipî,
peřesêlkey şanoyekî silêmanî
têkeł le řengî kirasî germyan û
têkeł le zîwî tirîfe û gełay qopî
berew řûm dê û nizim efřê û
nawbenawî denûk eda
le pencerey şextey jûrim û
carbecarê ser ekêşê be wişemda û
ledwayîşda ewîş wekû qełemekem ser da’exa û
bekuł egrî û egrî û egrî
peřesêlkey hewałêkî řeş û sipî,
berew řût dê û nizim efřê û
her xul exwa be çwardewrî tenyayîtda û
bał cût eka û eykatewe û
toyş lewlawe dirextî dûrgey firmêskî û
bałay şanoy guł ’umerî û
heł’ewerî
2
ey peřesêlkey hawřê
ey bałekanî firmêskî řeş û sipîm!
ey xemî nwêy hełfiřîwî nêw şarekem!
bo kwê eřoy? bo kwê efřî?
ewe serim û ewe pûşûy zerdî qijim û hêlaneket!
ewe kunezamî singim û kune’ax û kunedax û
germesêrî cirîweket!
bo la edey? bo kwê efřî?
to heniskî řeş û sipîy şanoy minî
bo la edey? nasînewem,
le nasînewey gumezî ser seywan û
dozînewem, le dozînewey hawarî mameyare û
«jyanî řojane»y xot û
pêławekey «eḧey kiřnû» asantire!
bo la edeyt? nawnîşanim
le nawnîşanî hołekey - hunermendan -
le mezrakey «macîd» û
le małe řûtełey «çêwar» asantire!
bo la edey? bo kwê efřî?
min lem nawe, lem befrî qutbe şîneda
nwênerî gişt giryanêkî perdey şano û
nwênerî koçî dengitanim
min lem nawe, sinûqî postî zayełe û
her bo xoyşim, min posteçîy namekey kost û
bo xezanî awênekanî ser şanoyş
edrestanim!
ey peřesêlkey hawřê!
bo xul exoy be dewrî em:
befre şîney serî minda?
were û giryan derwazekey kiraweye û
qułpî taze û kułî taze û
şanonamey em kotełe nwêyem berê!
3
êware, meraqî zerdebû, da’ehat
xorinşîn be bonî badewe egeyşte berdemî çayîxane
çend şî’ir û çîrok û şanoyek, lewêda ebûyne dirextî,
tozawî û çaweřêy ser cade.
çayîxane ekewte bawêşkidan, semawer enûst û kursîyekan enûstin û «’ebdułła cewher»yiş heł’esa.
maxolan esp bû,
espekey «bêkes» bû le gyanî êmeda bo ’areq.
bo řeşî, bo sipî, eykirde kuřjin û simkołan.
wextî nwêj bo ’eşqî şî’rêk û şanoyek hatuwe.
wextî nwêj leberdem xwawendî badeda hatuwe.
ehatît, xewnêkî şano bûyt, ehatît.
newresî «çîxof»y xemgîn bûyt,
be kawxo ehatît.
kirast hewrêkî çirçuloç, pantołit tîzmałkî dûkeł bû, egeyştît.
seruqij, hêlaney bałindey bêzarî.
řuxsarit çun mêjûy şareket, çun nanî giryawî hejarî, temtuman le çawta
wek xanuwe quřekan, meydanî kafroş, geřekî mełkendî, piřî bû:
le koçî bêwadey cirîwe û
le hewrî sergerdan. řuxsarit:
ḧewzêkî piřşing bû,
bo masîy řengałey huner û şewêk bû bo ’eşqî nêwanî şanot û azadî,
ehatît.
xałe gyan! ba biřoyn! to etut.
xałe gyan! bo neřoyn! min emut.
eřoyştîn serew jûr, zirîzey xemêk bûyn.
her heman - komełî negbetî bêkes bûyn -
serew jûr eřoyştîn.
bazney çend çiray serxoş bûyn be dewrî mêzêkî şan gêřda!
feqyane û camaney mamosta «’umer» û folkilor,
minarey ser mêzî ême bû, dûkełî cigere û şî’rêkî tazey min
dewrêkî tazey to.,
be çirpeyş hewałî sûrbawî řewez û kewêłî hełokan.
laqirtêy naw qaqay «şêrzad» û řawekew. myaw myawî pişîley jêr mêz û pêkêkî řijaw û tarmayîy mulazim muḧsîn û dwa nawî şehîd û direngan çirîkey fiřîwî mamlêy «bêgerd» û,
emane her hemû be yekda ehatin û serîşman gumez bû le temî mêjûda û
bałaman nuqmî naw deẍłî dwařoj û bînînman, bînînî řûbar bû
ew katey mil enê bo dinyay nadyar û bo zerya.
4
betematim xałe çêwar! ho mame şêx, betematim
emşew lem qutbe şîneda
le befrî em ẍurbeteda,
bibîte şanoy bałdar û bêy bo lam û serdanim key!
betematim, bełam pałto diřaweket «ke şewêkyan date ber şeq» lebîr neçê!
kilêteket ke şewêkyan kirdite serî «xałe şemo» lebîr neçê!
betematim, her xoyşim nîm, her «çwar pyawî utêleke»
bêcge le xot, eḧey kiřnû bê pîław û «diłşad»yişman bê çawîlke le gełdaye!
ba û borane û wijewjî xemistane û
emşew lem qutbe şîneda betematim, ebê her bêyt.
badey perdaxekey «bêkes» ke lebnya
kispeyekî mor elerzê ... çaweřête!
momêk be berzîy bałay hunerit û bałay şanoy «pêşřew»
esûtêt û çaweřête!
«hamlêt»y awareyîm,
le bałqonda dûr eřwanê û çaweřête!
le baxçekey ber małeweyş, xałe şano!
hemû hemû şî’rekanim çaweřêtin,
betaybetî «ask»ekem her bařjinêtî û her dê û deçê û
çaweřête
5
ey peřesêlkey hawřê!
serim hêlaney to nîye!
boçî xotim lê egořî?
to çêwar nît?
to kuřî şanoy hejarî şarekem û
ektere hewrî huner û
mamzêkî řût û birsîy şarezûr nît?
boçî xotim lê egořî!
ey to textey şanot nekird
be ’erşî berzî mergî xot?
to xot nekird be pilûskî berdem xełk û tînuwîşt bû?
to xot nekird be nanêkî berdem xełk û, birsîşt bû?
ey to nebûy
le berpêkanî şanoda
le sereřêy şewanêkî bê çirada
bo ewey «ew» hełnenûtê û nekewêt û
biřwa û biřwa, bałekanit danegîrsan?
bêdengî û tirist nesûtan?
de pêm biłê! de pêm biłê! de pêm biłê!
to çêwar nît?
«peřesêlke hate pêşê û lejêr binmîçî şî’rêkma kiz kiz hełnîşt. minîş, sûk sûk
qefezî singim kirdewe û
çuwe nawî û le řoḧma nûst!»