sirûdekanî «melek tawus»

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 15 Xulek  1038 Dîtin
le kenarî şewêkî sipîyewe kewtime řê û
hengawim zemînî daçłekan.
hewa řengîn û xeyałim kejêkî
dem be xendey asogey bînîn bû.
le řoxî şewêkî zîwînewe
peřîmewe ew berî:
wiłatî telîsim û
efsûnî fiřîn û xewbînîn.
çwargoşeyek
pencerey bûnim bû.
çwargoşeyek binema û
çwargoşeyek mewdakanî řwanînim bû:
hewa û dengî hewa û
gił û nîgay gił û
aw û zîndegî aw bû.
hemû çukłey estêreyek bo min colaneyek û
hemû kwêstanekanî şextebend awênem bûn.
min kwanû bûm
bo agirêkî tazezaw.
hêlane bûm
bo bałinde berdînekan û lengerêk bûm
lenaw temî gumanêkda hełpiřûzaw.
leşim leşî beranekêwîyekî teřî
ber řêjney pirsyar û gijebay dûdłî û
çawekanim dû bazî bał dagîrsaw bûn.
min ew deme
goranîy gêjenêkî xwêngerm û şetawêkî lasarî kawanekan bûm:
le tewqeserî ewînêkî kef çiřênî çawnetirsewe
eřjame golawekanî kazîwewe.
samêk bûm
le şêwey gerdawêkî şêtwêtda
tîn û tawêk bûm
le şêwey şimşêrî sûrehetawda.
le eşkenceda hajem ekird û
le meḧałda bałim egirt.
min ew deme
bahozê bûm
kiławî hewretrîşqem le ser ekird.
min her le berdî hetaw û
le kêwî xołemêşî xom
yezdanî xom dirustikird û
le daristanî zimane çendicar sûtawekey xomda hełmikird.
min befrêkî řeş hełgeřawî
yaxî bûm û le sûretekanî
xway byaban cya bûmewe.
darbeřuwe here pîrekanî şewgar
minyan nûsîyewe û hawřê û hawdemî be emekî
pole kewî perewaze û sergerdanî cestey xom bûm.
serim nedaye dest gułekanî beheştî aram û diłnyayî.
le weyşûmekanî mergida mizgênîyekî dem û lêw xwênawî bûm.
min ew deme
espî řojgare çemûşekanim řam ekird û le çermî biłêse
«zîn»m bo dirust ekirdin û swaryan ebûm
min karesatim e’ajû
«beła»m ciłew ekird û
destim be yałî dwařojda ehêna û peyamî řehêłe keskekan û
mijdey gunahe zîndanîyekan û naw henawî tarîkî bûm.
birîn be birîn
şax be şax û
merg be merg
«sincaq»e peykerî «melek tawis»m
legeł haware řûnakekanî xomda egêřa û
azarêkî řewanbêj bûm.
min «qewal»y geřokî
xoł û pirşing û aw bûm.
bedem lêdanî tepłî berd û
jenînî bilwêrî řewezekanewe
dergay mał be małî:
firmêske qetîs mawekanî şaxim eqłîşandewe.
bedem lirfewe
kiłpem egêřayewe û
gerdawim exwêndewe û
bûmelerzem enûsîyewe.
min «qewal»y ayînêkî derkirawî
beheşte gewrekan bûm
leser «agir» û xoşewîstîy «agir»
be nefret kiram
«qewal»y «melek tawis» bûm.
řojjimêrî dest û pencey
hełwerîwî mîdîyekan û
«kelamxiwênî» mîtra bûm.
ay mîtray dozexekem!
çend ehrîmen dabeşyan kirdî!
min «kelamxiwênî» sinewber û
kelamxiwênî pişkokanî agirdanî naw gyanit bûm.
herçî beyt û ḧîkayet û serguzşitey ḧewt xwawendekanî xome leberim bûn.
ew ḧewt xwawendey
wek ḧewt lawlawî telîsmawî
le axeftinim ałabûn
«xwawendî hetaw, xwawendî mang, xwawendî felek, xwawendî estêrey beyan, xwawendî beheşt, xwawendî dozex, xwawendî gyanleber û ademîzad.»
ḧewt xwawendekem
hemû gerd û gułî beyanîyek
ḧewt zeryayan bo ehênam
ḧewt çepkegułî agir û
ḧewt pirşingyan bo ehênam.
minîş le ḧewt goşey derûnmida damnabûn
be ḧewt twêjałe ewîn dam’epoşîn
be ḧewt çaw temaşam ekirdin û
ḧewtewaney gerdûnim bûn
ḧewtewaney direwşawey naw serim bûn
min eřoyştim û ewan bałyan lê eřwandim
min efřîm û xwênî xom
le dûtwêy hewayekî surmeçnî qedkirawda heł’egirt
seferekanim
seferî serî biřřawim bûn
dûrgey befrê bûm
çwardewrim be lûrey bitekan tenrabû
mencenîqî sûretî byabanekan be şwênmewe bûn
lim be şwênmewe bû
seferekanim
seferî řûbarî serhełgirtûy
naw oqyanûsêkî nadyar bû
seferî şepolî xudayî û
janî xudayî û
seferî
gewherêkî sipîy bêkotayî bû
«min ehlî xudam û bałindey zozan»
be fiřînî melek tawsekey min
asman qûł bowe
her be bałekanî ewîş bû
hetaw yekemîn namey xoy bo baran nûsîy
le «yekşemmeyekî» sipîda
le yekem řojî zayînî dinyada
yekemîn xwawend ew bû
ke le damênî birûskeyekî helahelawe
kewte xwarewe
xudam bałdar bû
«cubra’îl» bałdar bû
ey bałdarî pîroz le agiristanî ’eşqida!
ey dengî peywestî nêwan berd û hewr
nime û kêłge û
çexmaxe û kêwan!
ey hewaname û xakname û
ewînî awêtebûy xuda û mirov le yek katda
ey bałdarî pîroz!
ey hawdemî yezdan le berzayîyekanî tenyayîda û
ey hawdemî «feqîran» le nizmayîyekanî kiłołîda!
ey «melek tawis»y cwanî û şay perîyanî çyanşîn
řoḧim bixere ser fenerî bałe řûnakekanit
řoḧim dagîrsêne
ta pakij bêtewe bilûrî gerdigirtûy cestem û
gizing bigrê baskekanim
ey gewhere sipîyekey yekem řojî xełqî dunya
ey seferî bałinde şengarekey
yekem řojî xełqî dunya
tîşkim tya biçêne!
bo ewey bibme mêrgî nûrî deng û řengit
tirîfem tya hełqułêne
bo ewey legeł xuday «mang»da
xermaney dewrî serman bikeyn be hewarî hejaran
le kenarî şewêkî sipîyewe kewtime řê
le xołemêşî xomewe
gewre firîştey xom
«melek tawis»m zanewe
«mesḧefa řeş»yişim her be nûke kiłpey sûtanî xom nûsîyewe,
geła ełê:
«mesḧefa řeş» mesḧefa xewnî bêşełanmane
ew ełê: mesḧefa řeş wîrdî pelkegya û
nizay wirdeşepolî kanîyekanmane
berd ełê: mesḧefa řeş, befre kitêbî mine
hetawnameye le beyanîyanî nwêjkirdinda
bo tawse mîhrebanekem
maçnamey nêwan yezdan û siruşte
pişkonamey kûrekanî nêwan kujanewe û hełgîrsane
henaseme le twaneweda
penceme le wextî gełakirdinda
dem û lêwme le wextî pişkutnî peyvda
asmannamey fiřîne:
fiřînî guł û estêre û mindał
geřanî azare be tûnawtûnekanî dengî yezdanda!
geştî çawe le qûłayîy nabînayîy gunahekanda
semakirdinî kilûy xoşewîstîye
be dewrî mergî pepûle cwanekanda.
le řoxî şewêkî zîwînewe hełfiřîm:
bałindey gewherî şewçirax bûm
direwşanewey têl û peř û bałim
birîsk û hûřî nasore awênekanî ber sîng û gerdinim,
şewqidanewey hezar û yek řengey çirîke û sedakanim,
yekemîn peyvînî bêdeng û hêmay nêwan min û «xwawendî felek»bû
hêmay serimdî.
peyvî xorhełatin û xorawabûn
wituwêjî aw û kenarekan
sereta ewey hebû her awî samdarî xuda û bûnim bû
zerya, zerya
sereta le gułdanî avzînewe
le zarî řoşnî awewe
nemame gułêkî şerminok serî derhêna û
çawî şepolî pişkût
min «mîrî gułan» bûm
min le şêwey hełoyekî sipîda exulamewe
hewrekanim řeng ekird
baranim fêrî barîn ekird
le şêwey xom û řengî xom befirim xułqand
le tûřebûnma bahozêkî qijlûlî çawřeş ledayk bû!
le hêwrîmda şemałêkî pêst tenk û
le pêkenînmida hetaw û
le diłtengîmda şewî namo ledayk bû!
sereta ewey hebû her zeryayekî mezin bû
zerya, zerya
her sirûdekanî şepol û şeqjinî bałî goranîye fiřîwekanî min bûn
le kenarî şewêkî sipîyewe kewtime řê
lew şeweda, tewawî estêrekan hatbûne ser kepkî kejekan
embînîn: çon geme be topî cirîwey yektir eken û leser befrewe çirakanî xoyan
ta textayîy binar xil ekenewe
sereta bû
yekem hewarî xwawendekem beriztirîn lûtke bû
xwawendekem lew berzewe
hawarî lê ekirdim
ta leser em zewîye
ademîzadî tazezaw bidozmewe
kiřnûşî bo berim
hawarim kirdewe witim «min cige le nûrî xuda, le çawî xuda, le dengî xuda, kiřnûş bo kesî dî nabem»
min «melek tawis»m
min yekem bałdarî gerdûn û yekem firîştey «bûn»m
ew deme xuda mat bû
ledwayîda le yaxîbûnim řazî bû
lew satewe fermanî da û
kirdimî be gewrey gişt firîştekan
le kenarî şewêkî zîwînewe kewtime řê
xwawendî «estêrey berbeyan»m legełda bû
pêkewe eřoyştîn û tarîkîman gisk eda
pêkewe towî gułebeřojey řûnakîman tow ekird
pêkewe berpêy awman řoşin ekirdewe
pêkewe piř be baweşman, pepûley xoşewîstîman
bew deşt û herdaneda biław ekirdewe
«tawsî zozan»man egêřa û
le deverî qamîşełanda kewtîne şimşał lêdan
bo yekem car çyakanman xiste sema
be her telan û dêber û mezrayekda tê epeřîn
gułegenmêkman le berokî ’erdêkî beyar eda
ledway xomanewe lete awêney hetawman
bo dołe qûłekan becê ehêşt
gułehêroy serî zarokekanman pîroz ekird
ser û kelley espekanman
be çirawge biçkolekanî «cîlwe» eřaznidewe
be guławî «cîlwe» guławpirjênî
kakołî direxte řewendekanman ekird
cogele kujrawekanman elawandewe
ḧîkayetî yekemîn fiřînî «mîrî gułan»man
bo baxçe biçkolekan ekird, ta xewyan lê ekewt
le tałe qijî kabane cwanemergekanman ebřî û
emankird be kêlekanî yadgarewe
bo cwamêrîş her le êskî dîrok xoy
peykerî berane kêwîman da’etaşî û
emankird be ser dergay eşkewtekanmanewe
pêkewe ebûyn be mîwanî gerdaw û
pêkewe eçûyne beheştî sûtawewe
le řoxî şewêkî zîwînewe kewtime řê
her lew şeweda yekemîn kełeşêrî qurbanîman
leber qaçî xwawendî gewreman
«melek tawis»da serbiřî û xwênekeyman
le yekem berdî binaẍey hewarî «lalş» hełsû
lew şewewe îtir «lalş»yiş bû be:
małî sipî û pîrozî xuda û
be agirdanî ’eşqî ême û bû be:
încaney peř û bałî melek tawis û bû be:
gerûy sirûdî «qewal» û be řûgey «feqîran»
bo řojî dwayîş
yekem cejnî xoretawman
le diłî kazîweyekî zîwînda kird û
yekem qułîney piř le «nan û pyaz û sawer»yişman
be ser hejaranî deverî «melek tawis»da bexşîyewe
le kenarî şewêkî sipîyewe kewtime řê
çendîn mêjûy bestełek û
çendîn mêjûy awdamanî xwênawîm dî
řeşebay řim hełîkird û
tofanî lim serîkird û
şimşêr barî û byaban abłoqey dam û
lafawî cehennem hesta û
bełam «hetaw»m, paşgez nebowe û
agirim kiřnûşî nebird û
şepolim negeřayewe û
«melek tawis»m her fiřîy
nîweşewêkî «lalş» bû
hewa «şîn» bû
«melîk eḧmedşay» merg swarî qoçdar
be řîze beydaxî «şîn»ewe
be mencenîqî şînewe
be leşkirî tewrî ẍezay şînî sułtanewe
hate ser hetawî řoḧî «melek tawis»
hetaw berew eşkewtekan kişayewe
hetaw xoy le derûnî gaşeberd û lenêw pirçî ’aşiqanda û
le çawî zarokekanda û
le henawî darzeytûnekanda, şardewe
nîweşewêkî «lalş» bû
hemû awaze pîrozekan çûnewe gerûy xuda
hemû řenge pîrozekan le řuxsarî hetawda kobûnewe
tenha řengî «şîn» nebê çokî şika û
xoy xiste nêw baweşî «şîn»y
«melîk eḧmedşa»we
lew demewe řengî «şîn»man be nefret kird
lew demewe řengî «şîn»man
le memleketî hetaw û
agirî xoman derkird
lew şeweda «melîk eḧmedşa»
estembûłêkî «şîn» bû
agirî «şîn»y bo hênayn
dûkełî şînî tê berdayn
ta çend řojî berdî şîn kird, darî şîn kird
xwênî şîn kird
cestey jin û minałanîşman
her bûn be xołemêşî «şîn»
le kenarî şewêkî zîwînewe kewtime řê
hewa řengîn û serbałekanim giznigyan lê eçořayewe
gerdinim şûşey mangeşew û
bersingim wirdeyaqûtî tya ebrîskayewe
min wextî semakirdinme be çwardewrî «çeqełtû»da
min gerdawêkî serxoşim
heta şebeq le şerabî xorinşînim xwardotewe
hêndey řezî xeyaławî û
nîgakanî «tawis», mestim
hêndey merg bê derbestim
min werzî semakirdinme
em cesteye ekem be pûşûy sûtawî naw gyanî xwa
em cesteye ewerênim
eydem bedem «ba»y gumanawîy weştewe
cestem exeme serbałî
tewarêkî bêwejnî taqutenya
sema û sema û sema
cestem exeme ser espî bałdarî «lalş» û
ebim be hawarêkî fiřîwî
naw gerûy xwa
min wextî semakirdinme be çwardewrî
tace giřî «çeqełtû»da
legeł giřda beyekewe pel ehawîn
agirname edeyne dest daristan û dest řeşeba,
beyekewe «tawis êzî» û «tawis sincar» «tawis mesquf» egêřîn û
eçîne naw ayndewe û
xwanamey nwê dênînewe û
nehênîy ebexşînewe û
dîsanewe her suř exoyn be çwardewrî «çeqełtû»da
min «feqîr»y mezarêkî ser be nûrim
min mindałekan fêr ekem
defî hewr çon lêden û
çon bałebanî darçinar bijenin û
çon fû biken be keřenay lûtkekanda û
min zarokekan fêr ekem
çon «ba» be řengî narincî řeng biken û
xewn be řengî zeytûnî û
şewîş zerd ken
fêryan ekem çon le şepol
yał bo esp bixiwazin û
kiłpe bo řîşî «pîran» û fêryan ekem
çon le têłî em tawse
małî dahatûy xoretaw dirust biken
min werzî semakirdinme
wextî fiřînî penceme û
wextî fiřînî řoḧim û
wextî semay topegřî a em sere
le kenarî şewêkî zîwîynewe kewtime řê
yałewyałî ziryan hatim
herdawherdî temtûman û
małewmałî ’eşq hatim
le řoxî şewêkî sipîyewe kewtime řê
«kuçek»êkî barîkeley
ḧałlêhatûy ber tîşkî xwam
azarim, hawarim û sipî eçmewe
«kuçekêkim» yan melêkim
lew melaney efiřn heta naw diłî xwa
min dezûley baranêkim û řoḧekanî ew dîw dinya û
em dinyaye beyekewe ebestimewe
carêkî dî řengekanî xewnî pêşû
dengekanî zemanî zû
her hemûyan ehênmewe û
lenaw řîşî asoyekma řoyan ekem
ta serlenwê biřwênewe
kuçekêkim lenaw dałanî pirşingida dirêj ebim
çun ’ebakem řeşîy şew edem be xomda û
le xakuxołî «lalş»da etlêmewe
min berdewam etlêmewe
heta ebme tirawîlkey cesteyek û
le berayîy pêdeştêkda etwêmewe:
ebim be gijugya û edwêm
ebim be berdî sereřê û
be biniçk û be tavge û edwêm
pelî aynde egirim û řay’ekêşme naw mindałdanî sibeynê û
«cîlwe»y hewrî nebarîw û
şepołnamey serî beḧir û
kitêbî tem exwênmewe
kuçekêkim min mûrûy «ba» ehonmewe
bo gerdinî diłdaranî em tawse û
bo qewalî «êzîdîyan»
kuçekêkim ewerêm û eřwêmewe
pêşbînîy xom le kořî «melek tawis»da
bo «lalş» û befrî çya û mindałekan, egêřmewe
le kenarî şewêkî zîwînewe kewtîte řê û
le asmanêkî misînî naw heway şînda hełfiřît
to yekem nûrî yaxîbûy nêwçewanî em zemane û
peyvî hełałeyîy min bûy
to dûrgeyekî sipîy gîrxiwardûy
berdem tofanî nefretî sê xwawendî
asnînî serzemîn bûyt.
bedrêjayîy mêjûy řim
bedrêjayîy mêjûy tîr
bedrêjayîy mêjûy řiq
to panayî bê bwarî xwênî berd û
xwênî dar û xwênî aso û xwênî xor bûy
to hemîşe, to berdewam
qîjey giłî bin binar û
hawarî sipîy befrawî hełqułîw bûy
bełam ey melekî le şax za û lenaw agirda bałgirtû
to ew pirşingî birîn û kostane bûy
hezaran car lenaw dołî temumijda
wirdyan kirdî û hařyandî û keçî dwayîş
ebûytewe be tawis û dîsanewe ehatîtewe ser şanim û
dîsanewe be asmanî xwawendekey mîtray mîd û gyanma efřît!
ey firîştey řoḧî sipî
ey «melek tawis»y řengîn
be řengekanî wiłat û be řengekanî qurbanîm
bał lêk de û serkewe ser kelî jałeyîy cestey min
be denûk le towî řûnakîy şî’irim û
řîşałî engorey «hełebce»m hełgire û bîbewe bo «lalş»
baranî em řengeyş muturbey asmanî «mesḧefa» û naw xołî «cîlwe» ke
ba gułî hetawê lem şewî leşeda biřiskê
nebînraw, ba quřî «berate»y pîrozit û
gijugyay «enfal» û emustî werîwî «germên» û
çend peřê le têlî tawist û çend tałê le qijî yarekem,
her hemû, pêkewe bişêlîn
bo ewey lem ceste nwêyeda,
le cestey «qewal û feqîr»da
le kenar şewêkî zîwînda
řoḧêkî tazetir leberda biřwênîn
bo ewey berdewam pêkewe le gyanî şewêkî sipîda hełfiřîn.