bab 14

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  180 Dîtin

1) ba diłû şêwaw nebê. îman be xułay bênin û be min îman bênin.

2) de małî babî minda menziłanî zor hen û eger ne be engom degut, çunke deçim ke bo engo cêy ḧazir bikem.

3) û eger biçim û bo engo cêy ḧazir bikem, dîsan dêmewe û engo bo kin xom hełdegirim hetakû le kwê ke emnim engoş lewê debin.

4) bo kwê ke emin deçim engo řêy dezanin.

5) tomaKes be wî gut: «ya řeb nazanîn bo kwê deçî, erê řêy çilon bizanîn?»

6) yesû’ be wî gut: «emnim řêy û řastî û jyanê, hîçkes bo kin bab nayê, meger be destî min.

7) eger engo emnû binasîbaye babî minîşû denasî. lewey paş ewî denasin û ewu dîwe.»

8) fîlposKes be wî gut: «ya řeb, bab be me nîşan bide û bese bo me.»

9) yesû’ be wî gut: «ewende wextêkî degeł engom û erê eminit nenasîwe ey fîlpos? ewey ke emnî dîwe, babîşî dîwe, eto çilon dełêy bab be min nîşan bide?

10) erê baweř nakey ke emin de bab dam û bab de mindaye? ew qisaney ke emin be engo dełêm, le xomewe qisan nakem, beła bab ke de minda demênê karanî xoy deka.

11) baweř be min biken ke emin de babdam û bab de mindaye. we eger ne, leber ew karane baweř biken.

12) řastî řastî be engo dełêm: ewey ke be min îman bênê ew karaney ke emin dekem ewîş deyka û gewretir le ewane deka çunke emin bo kin bab deçim.

13) û her çî ke engo be nêwî min tełeb biken ewî dekem, hetakû bab de kuřda be celal bibê.

14) eger engo çitêk le min be nêwî min tełeb biken emin deykem.

15) eger engo emin biḧubbênin ḧukmanî min řadegirin.

16) û emin le bab tełeb dekem û yarîdederêkî dîke be engo deda ke heta ebedê degeł engo bibê.

17) ye’nî řuḧî řastî ke ew dinyayey natwanê ewî qebuł bika, çunke ewî nabînê û naşînasê. engo ewî denasin çunke degełû demênê û denêwwida debê.

18) engo wekû hetîwan becê nayełim, bo kin engo dêm.

19) kemêkî dîke ew dinyaye emin îdî nabînê, beła engo emin debînin, çunke emin dejîm û engo dejîn.

20) dew řojeyda engo dezanin ke emin de babî xomdam û engo de minda û emin de engoda.

21) ewey ke ḧukmanî minî heye û ewan řadegrê, eweye ke emin deḧubbênê. we ewey ke emin deḧubbênê le babî min deḧubbêndirê û emin ewî deḧubbênim û xom bo wî beyan dekem.»

22) yehûda (ne êsxerîwtî) be wî gut: «ya řeb çî buwe ke xot bo me beyan dekey û ne bo dinyayê?»

23) yesû’ cwabî da û be wî gut: «eger kesêk emin biḧubbênê, kelamî min řadegrê û babî min ewî deḧubbênê û eme bo kin ewî dêyn û menził lekin ewî degrîn.

24) ewey ke emin neḧubbênê, kelamî min řanagrê û ew kelamey ke engo debyên î min nîye beła î bab ke emnî narduwe.

25) ew çitaney bo engo qisem kirduwe ke hêşta lekin engo bûm.

26) beła ew yarîdeder ke ye’nî řuḧulqidus ke bab be nêwî min denêrê ew hemû çitaney be engo te’lîm deda û hemû çitaney ke emin be engom kutuwe webîrû dênê.

27) selam be engo becê dêłim. selamî xom be engo dedem. ne wekû dinyayê deda emin be engo dedem. ba diłû şêwaw nebê û neştirsê.

28) bîstûtane ke emin be engom kutuwe ke deçim û bo kin engo dêm. eger engo emnû biḧubbandibaye xoşḧał debûn ke bo kin bab deçim, çunke bab le min gewretre.

29) û ewêsta be engom kutuwe le pêş ewey ke buwe hetakû wextêkî bibê, baweř biken.

30) lewey paş degeł engo zor qisan nakem çunke meznî ew dinyayey dê û de minda hîçî nîye.

31) beła hetakû dinyayê bizanê ke bab deḧubbênim û çilonêkî bab be min emrî kirduwe her wa dekem, hełsitin le êre ba biřoyn.»