bab 13

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  366 Dîtin

1) beła le pêş cêjnî fesḧê, wextêkî yesû’ zanî ke se’atî wî hatbû ke le ew dinyayey bo kin bab deba biřwa, çilonêkî î xoy ke de dinyayda bûn ḧubbandibû, her wa heta axîrê ewanî ḧubband.

2) û ke şam ḧazir bû, ke şeytan elan de diłî yehûday êsxerîwit, kuřî şem’ûnê danabû ke ewî teslîm bika.

3) ke yesû’ zanî ke bab hemû çitî be destî wî dabû û ke le xułay hatbû û bo kin xułay deçû.

4) le şamê hełsita û cilî leber dakend û desmałêkî girt û le piştî xoy best.

5) le paşan awî de legenî tê kird û destî pê kird ke pêyanî şagirdanî bişwa û ke wişkî bika bew desmałey ke piştî be wî bestirabû.

6) û ke hate kin şem’ûn pîtros ew be wî gut: «ya řeb erê eto pêyanî min deşoy?»

7) yesû’ cwabî da û be wî gut: «ew çitey ke emin dekem eto ewêsta tê nagey, beła le paşan tê degey.»

8) pîtros be wî gut: «heta ebedê qet pêyanî min naşoy», yesû’ be wî cwabî da: «eger emin eto neşom, degeł emin beşt nîye.»

9) şem’ûn pîtros be wî gut: «ya řeb ne tenya pêyanî min, beła destan û serîş.»

10) yesû’ be wî gut: «ewey ke şorawe muḧtac nîye, meger pêyan bişwa, beła yekcar pake û engo pakin beła hemû ne.»

11) çunke teslîmkerî xoy denasî, leber ewey kutî ke engo hemû pak nîn.

12) dena wextêkî pêyanî wanî şûştibû û cilî xoy hełgirtibû û dîsan leser sifrey řonîştibû be wanî gut: «erê tê degen çîm bo engo kirduwe?

13) engo emin be mamosta û řeb bang deken û çak dełên, çunke wam.

14) dena eger emin ke řeb û mamostam pêyanî engom şûşt, bo engoş wacbe ke pêyanî yektirî bişon.

15) çûnke be engo nimûneyekim dawe hetakû wekû emin bo engom kirduwe, engoş biken.

16) řastî řastî be engo dełêm: xizmetkar le aẍay xoy gewretir nîye û ne řesûł gewretir le wey ke ewî narduwe.

17) eger ew çitane dezanin xozge be engo eger ewane becê bênin.

18) beḧsî hemûtan qisan nakem. emin dezanim ewaney ke hełmibjarduwe kên, beła hetakû kitêb tewaw bibê ewey ke degeł emin nan dexwa panyey xoy leser emin biłind kirduwe.

19) le ewêstawe be engo dełêm: le pêş ewey ke debê hetakû wextêkî debê, îman bênin ke emnim.

20) řastî řastî be engo dełêm: ewey ke ew kesey qebuł bika ke emin deynêrim emin qebuł deka û ewey ke emin qebuł bika, ewey qebuł deka ke emnî narduwe.»

21) wextêkî yesû’ ewey kutbû, de řuḧda lerzaw bû û şayedî da û kutî: řastî řastî be engo dełêm ke yekêk le engo emin teslîm deka.

22) şagirdan temaşay yektiryan dekird de şikda ke beḧsî kê qisey dekird.

23) yekêk le şagirdanî wî leser sifrey lekin baweşî yesû’ řonîştibû, ewey ke yesû’ deyḧubband.

24) şem’ûn pîtros be wî îşaretî kird û be wî gut: «biłê kêye ke beḧsî wî qisan deka.»

25) ew bo paşewe leser singî yesû’ xwar bowe û be wî gut: «ey řeb, kêye?»

26) yesû’ cwabî da: «eweye ke emin ew paruwey de qapî dexem û be wî dedem.» ke parûy tê xistibû hełî girt û be yehûda kuřî şem’ûn êsxerîwtî da.

27) û le paş paruwekey şeytan wejûr ewê kewt. ew demî yesû’ be wî gut: «ewey ke dekey zû bike.»

28) beła hîçkes le ewaney ke leser sifrey řonîştibûn tê negeyştin leber çî ewey be wî gut.

29) çunke hêndêk fikiryan kird ke çunke kîse lekin yehûda bû, yesû’ be wî gut ewey ke eme bo cêjney muḧtacîn bikřê, yan ke çitêkî be feqîran bida.

30) dena wextêkî ew paruwey wergirtibû cêbecê weder kewt û şew bû.

31) û ke weder kewtibû yesû’ kutî: «ewêsta kuřî însanê be celal buwe û xuła de wîda be celal buwe.

32) eger xuła de wîda be celal buwe, xułaş de xoyda ewî be celal deka û cêbecê ewî be celal deka.

33) ey řołeyne kemêkî dîke degeł engom. engo bo min ḧewl deden û çilonêkî be yehûdîyanim gut: «ke bo kwê ke emin deçim engo natwanin bên, elan be engoş dełêm.»

34) ḧukmêkî taze be engo dedem ke yektirî biḧubbênin çilonêkî emin engom ḧubbanduwe hetakû engoş yektirî biḧubbênin.

35) be ewey hemû dezanin ke engo şagirdanî minin eger bo yektirî muḧebbetû hebê.»

36) şem’ûn pîtros be wî gut: «ya řeb bo kwê deçî?» yesû’ cwabî da: «bo kwê ke emin deçim eto ewêsta natwanî wedway min bikewî, beła le paşan wedway min dekewî.»

37) pîtros be wî gut: «ya řeb, leber çî natwanim ewêsta wedway to bikewm? gyanî xom bo to dadenêm.»

38) yesû’ cwabî da: «erê gyanî xot bo min dadenêy? řastî řastî be to dełêm: kełebab naxwênê heta sê car ḧaşa le min nekey.»