bab 12

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  425 Dîtin

1) û yesû’ şeş řojan le pêş fesiḧ bo beyt ’enyay hat, le kwê ke îl’azer bû, ewey ke yesû’ lenêw mirduwan hełî estandibû.

2) û lewê bo wî şamêkyan dirust kird û merta xizmetî dekird, beła îl’azer yekêk le wan bû ke degeł ewî leser sifrey řonîştibû.

3) ew demî miryem girunkêkîTeksta ne aşkira řonî nardînî xals û be qîmetî girt û pêyanî yesû’î çewr kird û pêyanî wî be mûy xoy wişk kird û małê le bonî řonî pir bû.

4) beła yekêk le şagirdanî wî yehûday êsxerîwtî ke deba ewî teslîm bika kutî:

5) «leber çî ew řone be sêsed dînarî nefroşra û be feqîran nedra?»

6) emma ewey gut ne leber ewey ke xemî feqîranî dexward, beła çunke diz bû û kîse leknî bû û her çî de wêda dandira deybird.

7) ew demî yesû’ kutî: «lêy geřê ke ewî bo řojî naştinî min řabgirê.

8) çunke feqîranû hemîşe degeł xotan heye, beła emnû hemîşe nîye.»

9) dena ew cem’ey gewrey yehûdîyan xeberyan bû ke ew lewê bû û hatin ne tenya leber yesû’, beła hetakû îl’azerîş bibînin, ewey ke lenêw mirduwan hełî estandibû.

10) beła kahînanî gewre tegbîryan kird ke îl’azerîş bikujin.

11) çunke le sebebî wî zoran le yehûdîyan deçûn û be yesû’ îmanyan dehêna.

12) de řojî dîda, wextêkî ew xełkey zor ke hatbûne cêjney bîstyan ke yesû’ bo urşelîmî dehat.

13) likanî dare xurmayan hełgirt û bo be pîreweçûnî wî weder kewtin û qîjandyan: «hu si’naErebî mimbarek bê ewey ke be nêwî řeb dê û padşay îsra’îl.»

14) û yesû’ caşkêkî peyda kird û leser ewê řonîşt wekû nûsrawe.

15) metirse ey kiçî sehyon, eweta padşay to leser caşkî makerêkî řonîştû dê.

16) şagirdanî wî de hewełêda ew çitaney tê negeyştin, beła wextêkî yesû’ be celal bû, ew demî webîryan hatewe ke ew çitane beḧsî wî nûsrabûn û ke ew çitaneyan be wî kirdibû.

17) dena ew xełkey ke degeł ewî bûn, wextêkî îl’azerî le qebrî bang kird û ewî lenêw mirduwan heł estand şayedîyan deda.

18) leber eweş xełkî be pîrewey wî çûn, çunke bîstibûyan ke ew, ew nîşaney kirdibû.

19) ew demî firîsîyan lenêw xoyan kutyan: engo debînin ke hîç faydeyekî naken. eweta hemû dinyayê ledway wî řoyun.

20) û çend yunanîyan hebûn lenêw ewaney ke weser dekewtin ke de cêjneyda sicdey biken.

21) ewane hatne kin fîlpos ke le beyt seyday celîlî bû û lêyan tełeb kird, deyangut: «ya řeb demanewê ke yesû’ bibînîn.»

22) fîlpos hat û be endiryasî gut. endiryas û fîlpos hatin û be yesû’yan gut.

23) beła yesû’ be wan cwabî da deygut: «ew se’ate hatuwe ke kuřî însanê be celal debê.

24) řastî řastî be engo dełêm eger denkî genmêk de erzêda nekewê û nemrê, ew betenê demênê, beła eger bimrê ḧasłî zor dênê.

25) ewey ke gyanî xoy xoş bwê, winî deka û ewey ke gyanî xoy dew dinyayda bibuẍzênê, bo jyanî ebedî řaydegrê.

26) eger kesêk xizmetî min bika, ba wedway min bikewê û le kwê ke emnim xizmetkarî minîş lewê debê. eger kesêk xizmetî min bika, bab ewî ḧurmet deka.

27) ewêsta gyanî min şêwawe û çî biłêm? ya babe xełasim bike le ew se’atey. beła leber ewey hatûme ew se’atey.

28) ya babe nêwî xot be celal bike.» ew demî dengêk le asmanê hat: «ewm be celal kirduwe û dîsanîş ewî be celal dekem.»

29) ew xełkey ke lewê řawestabûn û eweyan bîst kutyan: «girmandî.» î dîkane kutyan melayketêk degeł ewî qisey kird.

30) yesû’ cwabî da û kutî: «ew denge bo xatrî min nehat, beła bo xatrî engo.

31) elan ḧukmê leser ew dinyayeye. elan meznî ew dinyayey fiřê dedrête derê.

32) û emin eger le erzê biłind bikirêm, hemuwan bo kine xom dekêşim.»

33) beła ewey gut ke nîşan bida be çî cor mirdin deba bimrê.

34) ew demî xełkî be wî cwabyan da: «eme le tewratman bîstuwe ke mesîḧ heta ebedê demênê, dena eto çilon dełêy ke kuřî însanî debê biłind bikirê? ew kuřey însanî kêye?»

35) yesû’ be wanî gut: «îdî wextêkî kem řûnakayî lenêw engoye. bigeřên ke hêşta řûnakayîw heye, neba tarîkayî engo bigrê. ewey ke de tarîkayîda degeřê nazanê bo kwê deçê.

36) ke hêşta řûnakayîw heye, îman be řûnakayî bênin hetakû kuřanî řûnakayî bibin.» yesû’ ew çitaney qise kird û çû xoy le wan şardewe.

37) beła her çend ke ewende nîşananey le pêş çawî wan kirdibû îmanyan be wî nedehêna.

38) hetakû qisey eş’ya pêẍember tewaw bibê ke kutî: «ya řeb be xeberî me kê baweřî kirduwe? we baskî řeb bo kê aşkira buwe?»

39) leber ewey neyandetwanî îman bênin çunke dîsan eş’ya kutî:

40) çawanî wanî kwêr kirduwe û diłî wanî řeq kirduwe hetakû be çawan nebînin û be dił nefamin û wergeřên û emin ewan necat bidem.

41) ew çitaney eş’ya gut, çunke celalî wî dî û beḧsî wî qisey kird.

42) beła dîsan zoran le meznanîş îmanyan be wî hêna, beła leber firîsîyan îqraryan nedekird, neba le kenîştî der bikirên.

43) çunke ḧurmetî binî ademê le ḧurmetî xułay pitryan xoş wîst.

44) beła yesû’ qîjandî û kutî: «ewey ke be min îman bênê, be min îman nayenê, beła be wey ke emnî narduwe.

45) û ewey ke emin bibînê ewey debînê ke emnî narduwe.

46) emin wekû řûnakayî hatûme dinyayê ke her kes ke be min îman bênê de tarîkayîda namênê.

47) û eger kesêk qisanî min bibyê û ewan řanegrê, emin leser ewî ḧukmê nakem çunke nehatûm ke leser dinyayê ḧukmê bikem, beła hetakû dinyay xełas bikem.

48) ewey ke emin ḧîsab naka û kelamî min qebuł naka yekêkî heye ke leser ewî ḧukmê deka. ew kelamey ke qisem kirduwe her ew de řojî axrêda leser ewî ḧukmê deka.

49) çunke emin le xomewe qisem nekirduwe beła bab ke emnî narduwe, ew be min emrî dawe ke çî biłêm û çî qisan bikem.

50) û dezanim ke emrî wî jyanî ebedîye, dena her çî ke emin qisan dekem, çilonêkî bab be minî kutuwe her wa qisan dekem.»