bab 11

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 Xulek  429 Dîtin

1) û nexoşêk hebû îl’azer le beyt ’enya, le dêy miryem û xuşkî wî merta.

2) û ew miryem bû ke řebbî be řonî bonxoş çewr kird û pêyanî wî be mûy xoy wişk kird, ke biray wî îl’azer nexoş bû.

3) dena xuşkan nardyane kin ewî û deyangut: «ya řeb, eweta ewey ke eto xoşt dewê, nexoşe.»

4) beła wextêkî yesû’ bîstî kutî: «ew nexoşyetî bo mirdin nîye, beła bo celalî xułay, hetakû kuřî xułay be wî be celal bibê.»

5) û yesû’, merta û xuşkî wî û îl’azerî deḧubband.

6) dena wextêkî bîstî ke nexoş bû, dû řojî dîke ma dew cêyda ke lewê bû.

7) le paş ewey be şagirdanî gut: ba dîsan biçîne yehûdîye.

8) şagirdan be wîyan gut: «řebbî, her ewêsta yehûdîyan ḧewlyan deda ke eto berdebaran biken û erê dîsan bo ewê deçî?»

9) yesû’ cwabî da: «erê řoj dwazde se’at nîye? eger kesêk be řoj bigeřê hełnangiwê çunke řûnakayî ew dunyayey debînê.

10) beła eger kesêk be şew bigeřê hełdengiwê çunke řûnakayî de wîda nîye.»

11) ew çitaney gut û le paş ewey be wanî gut: «dostî me îl’azer xewî lê kewtuwe, beła deçim hetakû ewî wexeber bênim.»

12) ew demî şagirdan be wîyan gut: «ya řeb, eger xewî lê kewtuwe saẍ debêtewe.»

13) emma yesû’ beḧsî mirdinî wî qisey kirdibû, beła ewan fikiryan dekird ke beḧsî nûstinî xew qisey dekird.

14) ew demî yesû’ aşkira be wanî gut: «îl’azer mird.

15) û bo xatrî engo xoşḧałim ke lewê nebûm hetakû îman bênin. beła ba biçîne kin ewî.»

16) ew demî toma ke dwane bang dekira be hawał şagirdanî xoy gut: «ba emeş biçîn hetakû degeł ewî bimrîn.»

17) dena wextêkî yesû’ hat ewî peyda kird ke elan çwar řoj bû ke de qebrêda bibû.

18) û beyt ’enya nîzîkî urşelîmî bû beqed pazde tîrhawîştinê dûr.

19) û zoran le yehûdîyan hatbûne kin merta û miryem hetakû leber birakey serexoşî be wan biden.

20) wextêkî merta bîstî ke yesû’ dehat, be pîrewey wî çû, beła miryem de małêda řodenîşt.

21) ew demî merta be yesû’î gut: «ey řeb, eger eto lêre bibûyayî, biray min nedemird.

22) beła ewêstaş dezanim ke her çî le xułay tełeb bikey, xuła be to deda.»

23) yesû’ be wî gut: «biray to hełdestêtewe.»

24) merta be wî gut: «dezanim ke de qyametê de řojî axrêda hełdestêtewe.»

25) yesû’ be wî gut: «emnim qyamet û jyanê, ewey ke be min îman bênê eger bişmirê, dejî.»

26) û her kes ke dejî û îman be min bênê, heta ebedê qet namrê. erê ewey baweř dekey?

27) be wî gut: «bełê ey řeb, emin baweř dekem ke eto mesîḧ kuřî xułay, ewey ke bo dinyayê dê.»

28) û ke ewey kutbû, çû û xuşkî xoy miryemî bang kird û be dizî kutî: «mamosta lêreye û bangit deka.»

29) û ke ew ewey bîst zû hełsita û hate kin ewî.

30) emma yesû’ hêşta lenêw dêy nehatbû, beła dew cêyeyda bû ke merta be pîrewey wî çûbû.

31) ew yehûdîyan ke degeł ewî de małêda bûn û serexoşîyan be wî deda, wextêkî dîtyan ke miryem be zûyî hełsita û çû derê wedway wî kewtin, fikiryan dekird deçête ser qebrê ke lewê bigryê.

32) wextêkî miryem hate ew cêyey ke yesû’ lewê bû û ke ewî dî, kewte pêyanî wî û be wî gut: «ey řeb eger eto lêre bibûyayî biray min nedemird.»

33) wextêkî yesû’ ewî dî ke degrya û ew yehûdîyaneş ke degeł ewî hatbûn ke degryan, de řuḧda ’aciz bû û xoy lerzandewe.

34) «û kutî ewu le kwê danawe?» be wîyan gut: «ey řeb, were û bibîne.»

35) yesû’ girya.

36) ew demî yehûdîyan kutyan temaşa biken çilon ewî xoş dewîst.

37) beła hêndêk le wan kutyan: «ewe ke çawanî ew kwêrey kirdewe, erê neydetwanî karêkî bikirdibaye ke weş nemirdiba?»

38) leber ewey yesû’ dîsan de xoyda ’aciz bû û hate kin qebrê û eşkewtêk bû û berdêk leser ewî dandira bû.

39) yesû’ kutî: «ew berdey hełgirin.» merta xuşkî mirduwekey be wî gut: «ey řeb elan bogenîw buwe, çunke çwar řoje.»

40) yesû’ be wî gut: «erê be tom negut ke eger baweř bikey celalî xułay debînî.»

41) ew demî berdekeyan hełgirt û yesû’ çawanî xoy bo serê hełêna û kutî: «ya babe, minnetî to hełdegirim ke gwê le minit girtuwe.

42) emin dezanim ke eto hemîşe gwê le min degrî, beła leber xełkî ke dewrendewr řawestawin ewem gut, hetakû baweř biken ke eto eminit narduwe.»

43) û ke ewey kutbû be dengêkî biłind qîjandî: «ey îl’azer were derê.»

44) mirduweke hate derê, dest û pêyanî be kifnê bestiraw û řûy wî be desmałêkî pêçraw. yesû’ be wanî gut: «ewî bikenewe û bêłn ke biřwa.»

45) ew demî zoran le yehûdîyan ke hatbûne kin miryem û dîbûyan ew çitey ke kirdî, be wî îmanyan hêna.

46) beła hêndêk le wan çûne kin firîsîyan û ew çitey ke yesû’ kirdibûy be wanyan gut.

47) ew demî kahînanî gewre û firîsîyan meclîsêkyan xiř kirdewe û kutyan: «çî bikeyn? çunke ew pyawe zor nîşanan deka.

48) eger eme ewî weha bêłîn, hemuwan be wî îman dênin û řûmîyan dên û cêy me û mîlletî meş destênin.»

49) beła yekêk le wan, qyafa, ke ewê sałê kahînî gewre bû be wanî gut: «engo hîç çitêk nazanin.

50) û ḧîsabîş naken ke bo engo qazance ke yek nefer bo qewmê bimrê û ke hemû mîllet helak nebê.»

51) emma ew çitey le xoyewe negut, beła çunke ewê sałê kahînî gewre bû pêẍemberêtî kird ke yesû’ bo mîllet deba bimrê.

52) û ne tenya bo ew mîlletey, beła hetakû mindałanî xułay ke biławîş bûnewe bo yekî xiř bikatewe.

53) dena le ewê řojê paş tegbîryan kird ke ewî bikujin.

54) leber ewey yesû’ lenêw yehûdîyan îdî be aşkira nedegeřa, beła le ewê weder kewt bo dêyanî nîzîkî çołî, bo şarêkî ke nêwî afraym bû û lewê degeł şagirdanî ma.

55) û fesḧî yehûdîyan nîzîk bû û zoran le dêyan le pêş fesḧî bo urşelîmî weser kewtin hetakû xoyan pak biken.

56) û bo yesû’ ḧewlyan deda. we ke de heykelêda řawestabûn be yektiryan degut: «engo çî fikir deken? erê bo cêjnê nayê?»

57) beła kahînanî gewre û firîsîyan ḧukmyan dabû ke eger bizanê le kwêye xeber bida hetakû ewî bigirin.