bab 10

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  398 Dîtin

1) řastî řastî be engo dełêm: ewey ke be derkey wejûr aẍełî meřan nakewê beła le cêyekî dîke weser dekewê, ew diz û cerdeye.

2) beła ewey ke be derkey wejûr dekewê şwanî meřane.

3) bo wî derkewan dekatewe û meřan dengî wî debyên û meřanî xoy be nêw bang deka û ewan debate derê.

4) wextêkî hemû î xoy der kirdewe le pêş ewan deçê û meřan wedway wî dekewn, çunke dengî wî denasin.

5) emma wedway ẍerîbeyekî qet nakewn, beła le wî hełdên, çunke dengî ẍerîban nanasin.

6) yesû’ ew meseley be wan gut, beła ewan tê negeyştin ew çite çî bû ke degeł ewan qisey dekird.

7) leber ewey yesû’ be wanî gut: «řastî řastî be engo dełêm: emnim derkey meřan.

8) hemû ewaney ke le pêşî min hatûn, diz û cerdanin, beła meřan gwêyan le wan negirtuwe.

9) emnim derke, eger kesêk be min wejûr bikewê, xełas debê û wejûr û weder dekewê û leweřê peyda deka.

10) diz nayê meger ke bidzê û ser bibřê û helakî bika. emin hatûm ke jyanyan bibê û ke zêdeyan bibê.

11) emnim şwanî çak. şwanî çak gyanî xoy bo meřan dadenê.

12) ewey ke kirêkare û şwan nîye, ke meřan î wî nîn, debînê ke gurg dê û meřan becê dêłê û hełdê û gurg ewan degrê û biław deka.

13) çunke kirêkare û xemî meřan naxwa.

14) emnim şwanî çak û î xom denasim û le î xom nasrawim.

15) çilonêkî bab emin denasê û emin bab denasim û gyanî xom bo meřan dadenêm.

16) meřanî dîkeşim heye ke le ew aẍełey nîn, ewanîş debê bênim û dengî debyên û yek mêgeł û yek şwan debê.

17) leber ewey bab emin deḧubbênê, çunke emin gyanî xom dadenêm hetakû dîsan ewî bistênmewe.

18) hîçkes ewî le min nastênê, beła emin le xom ewî dadenêm. ḧîkmatim heye ke ewî dabnêm û ḧîkmatim heye ke dîsan ewî bistênmewe. ew ḧukmey ke babî xomim qebuł kirduwe.»

19) dîsan lenêw yehûdîyan leber ew qisane cwêbûnewey bû.

20) û zoran le wan kutyan: «cinnî heye û şête, boçî gwê le wî degirin?»

21) î dîkan kutyan: «ew qisane î cinnidarê nîn. meger cinnêk detwanê çawanî kwêran bikatewe?»

22) ew wextî cêjnî membarekbadî heykelê de urşelîmîda bû û zistan bû.

23) û yesû’ de heykelê de heywanî silêmanda degeřa.

24) ew demî yehûdîyan dewrî wîyan girt û be wîyan gut: «heta kengê gyanî me de şikda řadegrî? eger etoy ew mesîḧ, be aşkira be me biłê.»

25) yesû’ be wan cwabî da: «be engom kutuwe û îman nayenin. ew karaney ke emin be nêwî babî xom dekem, ewane leser emin şayedî deden.

26) beła engo îman nayenin, çunke le meřanî min nîn.

27) meřanî min dengî min debyên û emin ewan denasim û wedway min dekewn.

28) û emin jyanî ebedî be wan dedem û heta ebedê qet helak nabin û hîçkes ewan le destî min nařfênê.

29) babî min ke ewanî be min dawe le hemuwan gewretre û hîçkes natwanê ewan le destî bab biřfênê.

30) emin û bab yekîn.»

31) dîsan yehûdîyan berdanyan hełgirt ke ewî berdebaran biken.

32) yesû’ be wan cwabî da: «emin zor karanî çak le babî xom be engom nîşan dawe. erê leber kêhe karêkî le wan emin berdebaran deken?»

33) yehûdîyan be wî cwabyan da: «leber karêkî çak eto berdebaran nakeyn, beła leber kifir û çunke eto ke însanî xot be xuła dekey.»

34) yesû’ be wan cwabî da: «erê de şerî’etî engoda nenûsrawe, emin kutim: engo xułayanin?

35) eger ewanî be xułayan bang kird ke kelamî xułay bo wan hat û kitêb natwanê betał bikirê.

36) erê be wey ke bab muqeddesî kirduwe û bo dinyayey narduwe engo dełên kifir dełê, çunke kutim: kuřî xułam?

37) eger karanî babî xom nakem, baweř be min meken.

38) beła eger deykem, her çend engo be min baweř naken, be karan baweř biken hetakû tê bigen û bizanin ke bab de mindaye û emin de babdam.»

39) leber ewey dîsan ḧewlyan da ke ewî bigirin û le destî wan derçû.

40) û dîsan çû bo ewlay urdin, bo ew cêy ke yuḧenna hewełê lewê bû û te’mîdî dekird û lewê ma.

41) û zoran hatne kin ewî û kutyan: «yuḧenna hîç nîşaneyekî nekird, beła hemû çitî ke yuḧenna beḧsî wî gut, řast bû.»

42) û zoran lewê be wî îmanyan hêna.