bab 9

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  475 Dîtin

1) û ke řadebird pyawêkî dî ke le zigmakî kwêr bû.

2) û şagirdanî wî pirsyaryan lê kird deyangut: «řebbî, kê gunaḧî kirduwe? ewe yan waldeynî wî ke kwêr be weled buwe?»

3) yesû’ cwabî da: «ne ewe gunaḧî kirduwe û ne waldeynî wîş, beła hetakû karî xułay de wîda aşkira bibê.

4) bo min lazme ke karî wey ke emnî narduwe becê bênim ke hêşta řoje. şew dê wextêkî hîçkes natwanê kar bika.

5) wextêkî de dinyaydam řûnakayî dinyayêm.»

6) û ke ewey kutbû, tifî leser erzê kird û quřî le tifî dirust kird û ew quřey leser çawanî wî dana.

7) û be wî gut: «biřo bişo de ḧewzî silwamda», ke be tercemeye: nardiraw. dena çû, şûştî û hatewe û dîtî.

8) ew demî cîranan û ewaney ke pêştir ewyan dîbû ke swałker bû, kutyan: «erê ewe hew nîye ke řodenîşt û swałî dekird?»

9) hêndêk kutyan: hewe, î dîkan kutyan: nexêr, beła wekû ewye. boxoy kutî: emnim.

10) ew demî be wîyan gut: «dena çawanî to çilon kiranewe?»

11) ew cwabî da: «pyawêkî ke be wî yesû’ dełên, quřî dirust kird û le çawanî minî małî û be minî gut: biřo bo silwamî û bişo û ke çûm û şûştim dîtû bûm.»

12) û be wîyan gut: ew le kwêye? kutî: nazanim.

13) ewey ke pêştir kwêr bibû, birdyane kin firîsyan.

14) û ewê řojê şemo bû ke yesû’ quřî dirust kird û çawanî wî kirdewe.

15) dîsan firîsîyanîş pirsyan lê kird çilon dîtû bibû û be ewanî gut: quřî leser çawî min dana û şûştim û debînim.

16) ew demî hêndêk le firîsyan kutyan: ew pyawe le xułay nîye çunke şemoy řanagrê. î dîkan kutyan: çilon detwanê pyawêkî gunaḧkar weha nîşanan bika? we cwêbûnewey lenêw ewan bû.

17) dena dîsan bew kwêreyan gut: eto çî dełêy beḧsî wî, çunke çawanî toy kirdewe?

18) û ew kutî: pêẍembere. ew demî yehûdîyan baweřyan nekird derḧeqî wî ke kwêr bibû û dîtû bû heta waldeynî ew dîtûbuweyan bang kird.

19) û le wanyan pirsî deyangut: «erê ewe kuřî engoye, ke engo dełên ke kwêr be weled bû? dena ewêsta çilon debînê?»

20) waldeynî wî cwabyan da û kutyan: «dezanîn ke ewe kuřî meye û ke kwêr be weled bû.»

21) beła çilon ewêsta debînê, nazanîn. yan kê çawanî wî kirdotewe eme nazanîn. le xoy bipirsin, bałqe, ba ew beḧsî xoy qisan bika.

22) waldeynî wî eweyan gut leber ewey ke le yehûdîyan detirsan, çunke yehûdîyan elan we’deyan kirdibû ke eger kesêk ewî be mesîḧ îqrar bika, le kenêştî der bikirê.

23) leber ewey waldeynî wî kutyan ke bałqe, le xoy bipirsin.

24) dena carî dûyem ew pyawey ke kwêr bibû bangyan kird û be wîyan gut: «celal be xułay bide, eme dezanîn ke ew pyawe gunaḧkare.»

25) ew cwabî da: «eger gunaḧkare nazanim, yek çit dezanim ke kwêr bûm û elan debînim.»

26) ew demî be wîyan gut: «be to çî kird? çilon çawanî toy kirdewe?»

27) cwabî be wan da: «elan be engom kutewe û gwêw negirt. boçî dîsan detanewê ke bibyên? meger engoş detanewê ke şagirdanî wî bibin?»

28) û cinêwyan pê da û kutyan: «eto şagirdî wî beła eme şagirdanî mûsayn.

29) eme dezanîn ke xuła degeł mûsa qisey kirduwe, beła nazanîn ewe le kwêye?»

30) ew pyawe cwabî da û be wanî gut: «adî de weyda çitêkî ’ecaybe ke engo nazanin le kwêye û çawanî minî kirdotewe.

31) dezanîn ke xuła le gunaḧkaran gwê nagrê, beła eger kesêk xułatirs bibê û îradey wî bika, le wî gwê degrê.

32) le hewełî dinyayê nebîstirawe ke kesêk çawanî kwêrî zigmakî kirdibêtewe.

33) eger ewe le xułay nebaye çitêkî nedetwanî bika.»

34) cwabyan da û be wîyan gut: «eto yekcar de gunaḧanda be weled bûy û erê eto eme te’lîm dedey?» û ewyan der kird.

35) yesû’ bîstî ke ewyan der kirdibû û ke ewî peyda kird kutî: «erê eto be kuřî însanî îman dênî?»

36) ew cwabî da û kutî: «ya řeb, erê kêye ke be wî îman bênim?»

37) yesû’ be wî gut: «ewîşt dîwe û ewey ke degeł eto qisan deka hewe.»

38) û ew kutî: «ya řeb, îman dênim û sicdey lê kird.»

39) û yesû’ kutî: «emin bo ḧukmikirdinê hatûme ew dinyayey hetakû ewaney ke nabînin, bibînin û ewaney ke debînin kwêr bibin.»

40) ewan le firîsîyan ke degeł ewî bûn ew çitaneyan bîst û be wîyan gut: meger emeş kwêrîn?

41) yesû’ be wanî gut: «eger engo kwêr biban, hîç gunaḧû nedebû, beła ewêsta dełên debînîn, dena gunaḧû demênê.»