bab 8

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 Xulek  236 Dîtin

1) û yesû’ bo kêwî zeytûnê çû.

2) beła sibḧeynê zû, dîsan hate heykelê û hemû xełkî dehatne kin ewî û řonîşt û ewanî te’lîm deda.

3) û xwêndewaran û firîsîyan jinêkyan hêna kin ewî ke de zînaḧda gîrabû û ke ewyan le nêwî řagirtibû.

4) be wîyan gut: «ey mamosta, ew jine wextêkî ’emelî zînaḧî dekird, gîra.

5) û mûsa de şerî’etda be me ḧukmî dawe ke ewane berdebaran bikeyn, dena eto çî dełêy?»

6) emma ewey kutyan ke ewî tecrebe biken hetakû leser ewî gilêyyan bibê. beła yesû’ xwar bowe û be qamkî leser erzê nûsî.

7) emma ke her pirsyaryan lê dekird, řast bowe û be wanî gut: «ewey le engo ke bê gunaḧe ba ew hewełê berdêkî leser ewî bawêjê.»

8) û dîsan xwar bowe û leser erzê nûsî.

9) beła wextêkî eweyan bîst, yek be yek weder kewtin, destyan pê kird le pîran. we yesû’ betenê ma û jineke le nêwî řawestaw.

10) û ke yesû’ řast bowe, be wî gut: «ey jin le kwên? erê hîçkes ḧukmî leser eto nekirduwe?»

11) û ew kutî: «hîçkes ey řeb.» û yesû’ kutî: «emnîş ḧukmê leser eto nakem, biřo û le wey paş gunaḧ meke.»

12) û yesû’ dîsan degeł ewan qisey kird, deygut: «emin řunakayî dinyayêm. ewey ke wedway min bikewê qet de tarîkayîda nageřê, beła řûnakayî jyanî debê.»

13) ew demî firîsîyan be wîyan gut: «eto leser xot şayedî dedey. şayedî to řast nîye.»

14) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «her çend emin leser xom şayedî dedem, şayedî min řaste, çunke dezanim le kwê hatûm û bo kwê deçim. beła engo nazanin le kwê dêm yan bo kwê deçim.

15) engo wekû beden ḧukmê deken, emin leser hîçkes ḧukmê nakem.

16) û eger emin ḧukmê bikem, ḧukmî min řaste, çunke betenê nîm, beła emin û ewey ke emnî narduwe.

17) û de şerî’etî engoşda nûsrawe ke şayedî dû kes řaste.

18) emnim ke leser xom şayedî dedem û bab ke emnî narduwe leser emin şayedî deda.»

19) ew demî be wîyan gut: «babî to le kwêye?» yesû’ cwabî da: «engo ne emin denasin û ne babî min. eger engo emnû binasîbaye, babî minîşû denasî.»

20) ew qisane de cêy xezêneyda basî kird wextêkî de heykelêda te’lîmî deda û hîçkes ewî negirt, çunke se’atî wî hêşta nehatbû.

21) dena dîsan be wanî gut: «emin deçim û engo bo min ḧewl deden û de gunaḧî xotanda demirin. bo kwê ke emin deçim engo natwanin bên.

22) ew demî yehûdîyan kutyan: «erê xoy dekujê ke dełê: bo kwê ke emin deçim engo natwanin bên?»

23) û be wanî gut: «engo le xwarewen, emin le serewem, engo le ew dinyayen, emin le ew dinyayey nîm.

24) leber ewey be engom gut ke de gunaḧanî xotanda demirin. çunke eger îman nênin ke emnim, de gunaḧanî xotanda demirin.»

25) ew demî be wîyan gut: «eto kêy?» yesû’ be wanî gut: «her ewey ke le hewełewe be engom kutuwe.

26) çitanî zorim heye ke derḧeqî engo biłêm û ḧukmê bikem, beła ewey ke emnî narduwe řaste û emin her çî ke le wîm bîstuwe ew çitane be dinyayê qisan dekem.»

27) ewan tê negeyştin ke beḧsî bab degeł ewan qisey dekird.

28) ew wextî yesû’ be wanî gut: «wextêkî kuřî însanîw biłind kirdewe ew wextî tê degen ke emnim û ke le xomewe hîç çitêk nakem, beła ew çitane qisan dekem, çilonêkî bab emnî te’lîm kirduwe.

29) û ewey ke emnî narduwe, degeł emne. emnî betenê becê nehêştuwe, çunke emin hemîşe ewey dekem ke pêy xoşe.»

30) wextêkî ew çitaney qise dekird, zoran be wî îmanyan hêna.

31) ew demî yesû’ bew yehûdîyan ke be wî îmanhêner bûn kutî: «eger engo de kelamî minda bimênin, beřastî şagirdanî minin.

32) û řastî tê degen û ew řastîye engo azad deka.»

33) cwabyan be wî da: «eme toy îbrahîmîn û qet de ’ebdêtî kesda nebûyn. eto çilon dełêy ke engo azad debin?»

34) yesû’ be wan cwabî da: «řastî řastî be engo dełêm: her kes ke gunaḧ deka, ’ebdî gunaḧe.

35) emma ’ebid heta ebed de małêda namênê, beła kuř heta ebed demênê.

36) dena eger kuř engo azad bika, beřastî azad debin.

37) dezanim ke engo toy îbrahîmin, beła ḧewl deden ke emin bikujin, çunke kelamî min de engoda cê nagrê.

38) emin her çî ke lekin babim dîwe qisan dekem, û engo her çî ke le babû bîstuwe deken.»

39) cwabyan da û be wîyan gut: «babî me îbrahîme.» yesû’ be wanî gut: «eger engo mindałanî îbrahîmê biban ’emelanî îbrahîmû dekird.

40) beła ewêsta engo ḧewl deden ke emin bikujin, pyawêkî ke řastî be engo qisey kirduwe ewey ke le xułam bîstuwe, ew çitey îbrahîm neykird.

41) engo ’emelanî babî xotan deken.» be wîyan gut: «eme le zînaḧê be weled nebûyn. her yek babman heye ye’nî xuła.»

42) yesû’ be wanî gut: «eger xuła babî engo bibaye, engo emnû deḧubband, çunke emin le xułay weder kewtûm û hatûm. çunke le xoşmewe nehatûm, beła ew emnî narduwe.

43) engo leber çî qisekirdinî min tê nagen? çunke natwanin gwê le kelamî min bigirin.

44) engo le babî xotan şeytanin û detanewê ke temayanî babî xotan biken. ew le hewełewe însankuj bû û de řastîda řanewestawe çunke řastî de wîda nîye. wextêkî diro qisan deka le î xoy qisan deka, çunke dirozne û babî wî.

45) beła emin çunke řastî qisan dekem engo be min îman nayenin.

46) kêhe le engo detwanê leber gunaḧ emin îlzam bika? we eger řastî qisan dekem, engo leber çî be min îman nayenin?

47) ewey ke le xułaye le kelamî xułay gwê degrê, leber ewey engo gwê nagirin, çunke le xułay nîn.»

48) yehûdîyan cwabyan da û be wîyan gut: «erê eme çak nałêyn ke eto simarîy û cîninit heye?»

49) yesû’ cwabî da: «emin cînnim nîye beła ḧurmetî babî xom dekem û engo emin bê ḧurmet deken.

50) beła emin ḧewlî celalî xom nadem, yekêk heye ke ḧewlî wî deda û ḧukmê deka.

51) řastî řastî be engo dełêm: eger kesêk kelamî min řabgirê heta ebed qet mirdinê nabînê.»

52) yehûdîyan be wîyan gut: «ewêsta dezanîn ke cîninit heye. îbrahîm mird û pêẍemberanîş û eto dełêy: eger kesêk kelamî min řabgirê, heta ebed qet mirdinê naçêjê.

53) erê eto gewretrî le babî me îbrahîm ke mird? we pêẍemberanîş mirdin. xot be kê dekey?»

54) yesû’ cwabî da: «eger emin be xom celal bidem, celalî min çitêk nîye, babî mine ke celal be min deda, ewey ke engo beḧsî wî dełên, xułay meye.

55) û engo ewî nanasin, beła emin ewî denasim û eger biłêm ke ewî nanasim, her wekû engo dirozin debim. beła ewî denasim û kelamî wî řadegirim.

56) babî engo îbrahîm keyfixoşî dekird ke řojê min bibînê û dîtî û xoşḧał bû.»

57) ew demî yehûdîyan be wîyan gut: «hêşta penca sałit nîye û erê îbrahîmit dîwe?»

58) yesû’ be wanî gut: «řastî řastî be engo dełêm: le pêş ewey ke îbrahîm hebû, emin hem.»

59) ew demî berdanyan hełgirt ke leser ewî bawêjin beła yesû’ xoy şardewe û le heykelê weder kewt.