bab 7

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  459 Dîtin

1) û le paş ewey, yesû’ de celîlîda degeřa, çunke neydewîst ke de yehûdîyeda bigeřê, leber ewey ke yehûdîyan ḧewlyan deda ke bîkujin.

2) û cêjnî yehûdîyan ye’nî cêjnî kepreşînê nîzîk bû.

3) leber ewey birayanî wî be wîyan gut: «le êre weder bikewe û biřo bo yehûdîye hetakû şagirdanî toş bibînin karanî to ke dekey.

4) çunke hîçkes çitêk be dizî naka û boxoy deyewê ke nasraw bibê. eger ew çitane dekey xot bo dinyay aşkira bike.»

5) çunke birayanî wîş îmanyan be wî nedehêna.

6) ew demî yesû’ be wanî gut: «wextî min hêşta negeyştuwe, beła wextî engo hemîşe ḧazre.

7) dinyay natwanê engo bibuẍzênê, beła emin debuẍzênê çunke emin leser ewî şayedî dedem ke ’emelanî wî xirapin.

8) engo weser bikewn bo ew cêjney. emin hêşta bo ew cêjney weser nakewm, çunke wextî min hêşta tewaw nebuwe.»

9) û ke ewaney be wan kutbû, de celîlîda ma.

10) beła wextêkî birayanî wî weser kewtibûne cêjnî, ew demî ewîş weser kewt, ne be aşkirayî beła wekû be dizî.

11) û yehûdîyan de cêjnîda le wî degeřan û deyangut: «ew le kwêye?»

12) û bołebołêkî zor le ser ewî lenêw xełkî hebû. hêndêkyan degut ke çake û î dîkan deyangut: nexêr, beła xełkî hełdexełetênê.

13) emma hîçkes beḧsî wî be aşkira qisey nedekird le tirsî yehûdîyan.

14) beła ke elan nêwî cêjnê bû, yesû’ weser kewt bo heykelê û te’lîmî deda.

15) û yehûdîyan mat deman, deyangut: «ewe ke neyxiwênduwe çilon kitêban dezanê?»

16) yesû’ be wan cwabî da û kutî: «te’lîmî min î min nîye, beła î weye ke emnî narduwe.

17) eger kesêk byewê îradey wî bika dezanê beḧsî ew te’lîmey eger le xułaye yan emin le xom qisan dekem?

18) ewey ke beḧsî xoy qisan deka, bo celalî xoy ḧewl deda, beła ewey ke bo celalî wey ke ewî narduwe ḧewl deda, ew řaste û naḧeqî de wîda nîye.

19) erê mûsa be engo şerî’etî nedawe? we hîçkes le engo şerî’et naka. boçî ḧewl deden ke emin bikujin?»

20) xełkî cwabyan da: «cîninit heye. kê ḧewl deda ke eto bikujê?»

21) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «taqe karêkim kird û hemûtan mat demênin.»

22) mûsa be engo sunnetî dawe, ne weha ke le mûsaye beła le baban, û engo de řojî şemoyda kesêkî sunnet deken.

23) eger kesêk de řojî şemoyda sunnet dekirê hetakû şerî’etî mûsa neşkêndirê, erê le min řiqu hełdestê çunke de řojî şemoyda kesêkî tewawim saẍ kirdewe?

24) wekû dyarî ḧukmê meken, beła ḧukmêkî ḧeq, ḧukmê biken.

25) ew demî hêndêk le ehlî urşelîmî deyangut: «erê ewe hew nîye ke ḧewl deden ke bîkujin?

26) û eweta be aşkira qisan deka û hîç çitêk be wî nałên. meger meznan beřastî tê geyştûn ke ewe mesîḧe?

27) beła dezanîn ewe le kwêye, emma wextêkî mesîḧ dê, hîçkes nazanê le kwêye.»

28) wextêkî yesû’ de heykelîda te’lîmî deda, qîjandî û deygut: «engo emin denasin û deşzanin le kwêm. we le xom nehatûm, beła beřastî yekêke ke emnî narduwe, ewey ke engo naynasin.»

29) emin ewî denasim, çunke le wîm û ew emnî narduwe.

30) û ḧewlyan deda ke ewî bigirin, beła hîçkes destî leser ewî nawîşt çunke se’atî wî hêşta nehatbû.

31) beła zoran le xełkî be wî îmanyan hêna û kutyan: «wextêkî mesîḧ dê, erê pitir nîşanan deka le ewey kirdûye?»

32) firîsîyan bîstyan ke xełkî ew çitaney leser ewî bołebołyan dekird û kahînanî gewre û firîsîyan xizmetkaranyan nard ke ewî bigirin.

33) ew demî yesû’ kutî: «îdî wextêkî kem degeł engom û deçme kin ewey ke emnî narduwe.

34) engo bo min ḧewl deden û peyda naken û le kwê ke emnim, engo natwanin bên.»

35) ew demî yehûdîyan be yektiryan gut: ew bo kwê deçê ke eme ewî peyda nakeyn. erê bo kin biławbiwan lenêw yonanyan deçê û yunanyan te’lîm bida?

36) ewe çî qiseyeke ke kutî: «engo bo min ḧewl deden û peyda naken, û le kwê ke emnim, engo natwanin bên?»

37) û de řojî axîr û gewrey cêjnîda yesû’ řawesta û deyqîjand, deygut: «eger kesêk tînû bê ba bête kin emin û bixiwatewe.

38) ewey ke be min îman bênê, çilonêkî kitêb kutûye: «le zigî wî çomanî awî zîndû carî debê.»

39) beła ewey gut beḧsî ew řuḧey ke ewaney deba qebuł biken ke be wî îmanyan hêna, çunke řuḧ hêşta nehatbû, çunke yesû’ hêşta be celal nebbû.

40) hêndêk le xełkî wextêkî ew qisaneyan bîst kutyan: beřastî eweye ew pêẍembere.

41) î dîkan kutyan: eweye ew mesîḧe, beła hebûn ke kutyan: meger mesîḧ le celîlî dê?

42) erê kitêb neykutuwe ke le toy dawud û le beyt lêḧêmî ew dêy ke dawud lêy bû mesîḧ dê?

43) dena le sebebî wî lenêw xełkî cwêbûnewe bû.

44) û hêndêk le wan wîstîyan ke ewî bigirin, beła hîçkes destanî leser ewî nawîşt.

45) dena xizmetkaran hatne kin kahînanî gewre û firîsîyan û ewane be wanyan gut: «leber çî ewî netan hênawe?»

46) xizmetkaran cwabyan da: «hîçkes qet weha qisey nekirduwe wekû ew pyawe qisan deka.»

47) ew demî firîsîyan be wan cwabyan da: «meger engoş hełxełetandirawin?

48) erê kesêk le meznan yan firîsîyan îmanyan be wî hênawe?

49) beła ew ẍełebayîyey ke şerî’et nazanin mel’ûnin.»

50) nêqodêmos ewey ke pêştir bo kin ewî hatbû û ke yekêk le wan bû be wanî gut:

51) «erê şerî’etî me leser kesêk ḧukim deka eger hewełê le wî nebyê û bizanê çî kirduwe?»

52) cwabyan da û be wîyan gut: «erê etoş le celîlî? soraẍ bike û bibîne ke le celîlî hîç pêẍemberêk hełnastê.»

53) û her yek bo małî xoy çûn.