bab 22

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 8 Xulek  420 Dîtin

1) û cêjnî fetîrî ke fesiḧ bang dekirê nîzêk bû.

2) û kahînanî gewre û xwêndewaran ḧewlyan deda çilon ewî bikujin, çunke le qewmî detirsan.

3) beła şeytan wejûr yehûday kewt ke êsxerutî bang dekira û ke le ḧisabî ew dwazdane bû.

4) û çû û degeł kahînanî gewre û serdaran qisey kird çilon ewî be wan teslîm bika.

5) û xoşḧał bûn û řêk kewtin ke diraw be wî biden.

6) û řazî bû û ḧewlî fursetî deda ke ewî be dizî le xełkî be wan teslîm bika.

7) û řojî fetîrî hat ke de wêda lazim bû ke berxî fiseḧî bikujêtewe.

8) û pîtros û yuḧennay nard deygut: «biřon û fiseḧî bo me ḧazir biken ke bîxoyn.»

9) û ewan be wîyan gut: «le kwê detewê ke ḧazir bikeyn?»

10) û ew be wanî gut: «eweta wextêkî engo wejûr şarî dekewn, pyawêk tûşû debê ke ceřêk aw hełdegrê. wedway wî bikewn wejûr ew małey ke ew wejûr dekewê.

11) û be saḧbî ew małey biłên; mamosta be to dełê: le kwêye ew menziłey ke lewê degeł şagirdanî xom fiseḧî bixom.

12) û ew be engo nîşan deda bałaxaneyekî gewre û feřişkiraw, lewê ḧazir biken.»

13) û řoyn û peydayan kird her wekû ew be wanî kutbû û fiseḧyan ḧazir kird.

14) û ke se’at hat leser sifrey řonîşt û řesułan degeł ewî.

15) û be wanî gut: «zor ḧesretim kêşawe ke ew fesḧey degeł engo bixom le pêş ewey ke ezyet dekêşim.

16) çunke be engo dełêm ke îdî qet ewey naxom heta de padşayetî xułayda tewaw debê.»

17) û pyałey hełgirt, şukirî kird û kutî: «ewey wergirin û lenêw xotan beşî biken.

18) çunke be engo dełêm lewey paş qet naxomewe le ḧasłî mîwey heta padşayetî xułay dê.»

19) û nanî hełgirt, şukirî kird, letî kird û day be wan deygut: «ewe bedenî mine ke bo engo dedrê. ewey biken bo yadgarîy min.

20) û her waş le paş xwardinî şam pyałey hełgirt deygut: ew pyałe ’ehdî tazeye de xwênî minda ke bo engo deřjêndirê.

21) beła eweta destî teslîmkerî min degeł emin leser sifreye.

22) çunke hełbete kuřî însanî deřwa çilonêkî ta’în kirawe, beła way bo ew kesey ke be sebebî wî teslîm dekirê.»

23) û ewan destyan pê kird ke lenêw xoyan pirsyar biken kêhe le wan deba ew çitey bika.

24) û mubaḧîseyekîş lenêw ewan bû ke kêhe le wan gewretir ḧîsab bikirê.

25) beła ew be wanî gut: «padşayanî mîlletan ḧîkmatî leser ewan deken û ewaney ke destełatyan leser ewan heye çakekeran bang dekirên.

26) emma engo wa nebin, beła ewey gewretir lenêw engo ba wekû çikoletir bibê û ewî heweł wekû ewey ke xizmet deka.

27) çunke kêhe gewretre, ewey ke leser sifrey řodenîşê yan ewey ke xizmet deka? meger ewey nîye ke leser sifrey řodenîşê? beła emin lenêw engom wekû ewey ke xizmet deka.

28) beła engo ewanen ke degeł emin de tecrebanî minda çak řawestawin.

29) û emin bo engo padşayetêkî we’de dekem çilonêkî babim bo min we’dey kirduwe.

30) hetakû de padşayetî minda le sifrey min bixon û bixonewe û leser textan řobnîşin û leser ew dwazde sêbtî îsra’îl ḧukmê biken.

31) ey şem’ûn, ey şem’ûn, eweta şeytan engoy tełeb kirduwe ke wekû genim bêjîngû bika.

32) beła emin bo to du’am kirduwe ke îmanî to kem nebê û eto wextêkî werdegeřêy birayanî xot qaym bike.»

33) û ew be wî gut: «ya řeb ḧazirim ke degeł eto de bendîxaney û de mirdinîşda biçim.»

34) beła ew kutî: «be to dełêm: ey pîtros, ewřo kełebab naxwênî heta sê car ḧaşa dekey ke emin denasî.»

35) û be wanî gut: «wextêkî engom nard, be bê kîse û turbîn û kewş, erê bo çitêkî kemêtîw kêşa? beła ewan kutyan: bo hîç çitêk.»

36) be wanî gut: «beła ewêsta ewey ke kîsey heye ba hełî girê her wa turbînîş. we ewey ke nîyetî ba cilî xoy bifroşê û şîrêkî bikřî.

37) çunke be engo dełêm ke ew çitey ke nûsrawe lazme ke de minda tewaw bibê, ye’nî ewe, û degeł bê şer’îyan ḧîsab kira. çunke her çitî beḧsî minîş axrî heye.»

38) û ewan kutyan ya řeb, eweta dû şîr lêre hen û ew be wanî gut: bese.

39) û weder kewt û wekû ’adetî bû bo kêwî zeytûnî çû û şagirdanîş wedway wî kewtin.

40) û ke geyşte ew cêyey, be wanî gut: du’a biken ke de tecrebey nekewn.

41) û ew beqed berd hawîştinêkî le wan kêşra û be ser çokanda hat û du’ay kird.

42) deygut: ya babe, eger bitewê ew pyałey le min hełgire, emma ne îradey min beła î to bê.

43) û melayketêk le asmanê bo wî aşkira bû ke ewî be quwet dekird.

44) û ke de zor tenganeyda bû be se’îtir du’ay dekird û ’ereqî wî wekû diłopanî xwên bû ke leser erzê dekewtin.

45) û ke le du’a hełsita hate kin şagirdan û ewanî le xemnakî nûstû peyda kird.

46) û be wanî gut: «boçî denûn? hełsitin û du’a biken ke de tecrebey nekewn.»

47) ke hêşta ew qisey dekird eweta ẍełebayyek û ewey ke yehûda bang dekira yekêk lew dwazdane le pêş ewan deçû û nîzêkî yesû’î hat ke ewî maç bika.

48) beła yesû’ be wî gut: «ey yehûda, erê kuřî însanî be maçêkî teslîm dekey?»

49) û ewaney ke dewrey wî bûn wextêkî dîtyan ew çitey ke deba bibê, kutyan: «ya řeb erê be şîr lêy bideyn?»

50) û yekêk le wan le xizmetkarî kahînî gewrey da û gwêy řastî wî biřî.

51) beła yesû’ cwabî da û kutî: «lêy geřîn heta ewî û destî le gwêy da û ewî saẍ kirdewe.»

52) û yesû’ be kahînanî gewre û serdaranî heykelî û pîran ke leser ewî hatbûn kutî: «wekû bo ser cerdeyekî weder kewtûn be şîran û kutkan.

53) wextêkî her řoj degeł engo de heykelîda bûm destû leser emin dirêj nekird, beła ewe se’atî engoye û ḧîkmatî tarîkayî.»

54) û ke ewyan girtibû, birdyan û hênayane jûr małî kahînî gewre û pîtros le dûrewe wedway dekewt.

55) û ke awrêkyan de nêweřastî ḧesarêda heł kirdibû û pêkewe řonîştibûn pîtros lenêw ewan řonîşt.

56) û qerewaşêk ewî le kin řûnakayî řonîştû dî û çawî le wî diru û kutî: «eweş degeł ewî bû.»

57) beła ḧaşay kird, deygut: «ey jin ewî nanasim.»

58) û lepaş kemêk yekî dîke ewî dî û kutî: «etoş le wanî.» beła pîtros kutî: «ey pyaw, nîm.»

59) û ke beqed se’atêkî řabirdibû, yekêkî dîke qaymî kird, deygut: «beřastî eweş degeł ewî bû, çunke celîlîşe.»

60) beła pîtros kutî: «ey pyaw nazanim çî dełêy». we her dew se’ateyda ke hêşta ew qisey dekird kełebab xwêndî.

61) û řeb wergeřa û le pîtros temaşay kird û pîtros ew qisey řebbî webîr hatewe, çilonêkî be wî kutbû le pêş ewey ke kełebab ewřo bixiwênê, sê car le min ḧaşa dekey.

62) û weder kewte derê û be tałî girya.

63) û ew pyawaney ke ewyan řadegirt gepyan pê deda û qamçîyan lê deda.

64) û ke řûy wîyan dapoşî lêyan depirsî û deyangut: «pêẍemberêtî bike ewe kêye ke le toy da?»

65) û zor çitanî dîke be kifrêtî zîddî wîyan qise dekird.

66) û ke řoj bû, pîranî qewmî û kahînanî gewre û xwêndewaran xiř bûnewe û ewyan birde meclîsî xoyan.

67) deyangut: «eger etoy mesîḧ, be me biłê.» be wanî gut: «eger be engo biłêm, qet baweř naken.

68) û eger bipirsim qet cwab naden.

69) beła lewey paş kuřî însanî lelay řastî quwetî xułay řodenîşê.»

70) û hemû kutyan: «dena eto kuřî xułay?» û be wanî gut: «engo dełên ke emnim.»

71) beła ewan kutyan: «îdî çi îḧtyacîman be şayedî heye? çunke boxoman le zarî wîman bîstuwe.»