bab 23

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 Xulek  825 Dîtin

1) û hemû cema’etî wan hełistan û ewyan birde kin pîlatos.

2) û destyan pê kird ke gileyî lê biken deyangut: «eweman peyda kirduwe ke mîlletî me hełdexełetênê û qedeẍe deka ke xerc be qeyserî neden û dełê ke ew boxoy mesîḧ û padşaye.»

3) beła pîlatos lêy pirsî deygut: «erê eto padşay yehûdyanî?» ew cwabî da û kutî: «eto dełêy.»

4) û pîlatos be kahînanî gewre û xełkî gut: «dew pyaweyda hîç suçêk peyda nakem.»

5) beła ewan zorîyan lê dekird, deyangut: «qewmî deşêwênê be wey ke de hemû yehûdistanda te’lîmî deda û le celîlîřa girtûye heta êre.»

6) û ke pîlatos ewey bîst pirsyarî kird eger ew pyawe celîlîye.

7) û ke zanî ke le ḧîkmatî hêrodêse, ewî narde kin hêrodês ke boxoşî dew řojanda de urşelîmîda bû.

8) beła hêrodês wextêkî yesû’î dî zor xoşḧał bû çunke lemêje ḧezî dekird ke ewî bibînê leber ewey ke beḧsî wî bîstibû û be humêd debû ke kirdinî nîşaneyekî le wî bibînê.

9) û be zor qisan pirsyarî lê dekird, beła ew hîç cwabî be wî neda.

10) û kahînanî gewre û xwêndewaran řawestabûn û be tundî gileyîyan le wî dekird.

11) beła hêrodês degeł ’eskeranî xoy ewî bê ḧurmet kird û gepî pê da û cilêkî birîqedar le serî hawîşt û nardyewe kin pîlatûs.

12) û dew řojîda hêrodês û pîlatos degeł yektirî dost bûnewe çunke le pêş ewey degeł yektirî de dujminêtîda bûn.

13) beła pîlatos kahînanî gewre û meznan û qewmî bang kird.

14) û be wanî gut: «ew pyawetan hênawe kin emin wekû yekêkî ke qewmî hełdexełetênê û eweta emin leber çawî engo soraẍim kirduwe û dew pyaweyda hîç suçêkim peyda nekirduwe wekû engo gileyî lê deken.

15) û ne hêrodêsîş. çunke ewî bo kin eme narduwe û eweta hîç çitêk layqî kuştinî be wî nekirawe.

16) dena ewî tembê dekem û berełłay dekem.»

17) beła de cêjnîda wacb bû ke yekêk bo wan berełła bika.

18) beła hemûyan pêkewe qîjandîyan deyangut: «ewe hełgire û birabasî bo me berełła bike.»

19) ewey ke leber şiluqîyekî ke de şarîda bû û leber qetił de bendîxaney hawîştirabû.

20) beła dîsan pîlatos degeł ewan qisey kird, çunke deywîst ke yesû’î berełła bika.

21) emma ewan qîjandîyan û deyangut: «ewî le sêdarey bide, le sêdarey bide!»

22) beła carî sêyem be wanî gut: «boçî? ewe çî xirapeyekî kirduwe? hîç sebebî kuştinî de wîda peydam nekirduwe, dena ewî tembê dekem û berełłay dekem.»

23) emma ewan be denganî biłind zorîyan lê dekird û tełebyan dekird ke ew le sêdarey bidrê û denganî wan ẍałb bûn.

24) û pîlatos ḧukmî kird ke wekû tełebî wan bibê.

25) û ewî berełła kird ke leber şiluqî û qetił de bendîxaneyda hawîştirabû û ke tełebyan dekird, beła yesû’î be îradey wan teslîm kird.

26) û ke ewyan debird yekêk şem’ûnî kûrênî ke le zewî dehat girtyan û sêdarey leser ewyan dana ke ledway yesû’ hełgirê.

27) û cem’êkî zorî xełkî wedway wî dekewtin û le jinan ke şînyan dekird û leser ewî degryan.

28) beła yesû’ bo wan wergeřa û kutî: «ey kiçanî urşelîmî, leser emin megrîn emma leser xotan û leser mindałanî xotan bigrîn.

29) çunke eweta řojan dên ke de wanda dełên: «xozge be nezokan û zigan ke nezawin û memkan ke şîryan nedawe.»

30) ew demî dest pê deken ke be kêwan biłên: leser eme bikewn û be tepolkan emey dapoşin.

31) çunke eger ew çitaney be darî teř deken, be wişkî çî debê?»

32) û dû xirapkaranî dîkeş degeł ewî birdiran ke bikujrên.

33) û ke hatne ew cêy ke kasey ser bang dekirê lewê ewyan le sêdarey da û ew xirapkaraneş yekêk lelay řastî û yekêk lelay çepî.

34) û yesû’ kutî: «ya babe, ewane bibexşe çunke nazanin çî deken.» û ke cilî wîyan beş dekird pişkanyan lê hawîşt.

35) û xełkî řawestabûn û temaşayan dekird. beła meznanîş mesxereyan dekird, deyangut: «î dîkaney xełas kirduwe, ba xoy xełas bika eger ew mesîḧey xułay, ew hełbijêrawe bibê.»

36) û ’eskeranîş gepyan pê deda be wî ke dehatne pêşî û sirkeyan be wî deda.

37) û deyangut: «eger eto padşay yehûdyanî, xot xełas bike.»

38) û sernameyekîş le berejûrî wî hebû: eweye padşay yehûdîyan.

39) û yekêk lew xirapkaraney ke heł awesrabûn kifrî pê dekird, «erê eto mesîḧ nî? xot û eme xełas bike.»

40) beła ewî dîke cwabî da, zemmî lê kird û kutî: «erê eto le xułaş natirsêy ke her dew ’azabîday?

41) û eme bê şik, be ḧeqe, çunke wekû ’emelanî xoman ḧeqî werdegrîn, beła ewe hîç çitêkî bê qaydey nekirduwe.»

42) û kutî: «ya yesû’, emin webîrit bêne wextêkî de padşayetî xotda bêy.»

43) û ew be wî gut: «řastî be to dełêm, ewřo degeł emin de fîrdosda debî.»

44) û elan nîzîkî se’atî şeşem bû û tarîkayî leser hemû erzê bû heta se’atî noyem.

45) çunke řoj tarîk bû û perdey heykelî de nêweřastîda let bû.

46) û yesû’ be dengêkî biłind qîjandî û kutî: «ya babe, řuḧî xom be destî to despêrim.» û ke ewey gut, řuḧî teslîm kird.

47) û ke yuzbaşî dîtî ew çitey ke bû, şukirî xułay kird, deygut: «beřastî ew pyawe sadiq bû.»

48) û hemû xełkî ke bo ew temaşayî xiř bûnewe, wextêkî dîtyan ew çitaney ke bûn, le sînganyan da û geřanewe.

49) beła hemû aşnayanî wî û jinan ke degeł ewî le celîlî hatbûn le dûrewe řawestabûn û temaşay ew çitaneyan dekird.

50) û eweta pyawêk nêwî yusif ke muşîr bû, pyawêkî çak û ’aqił.

51) ew be tegbîr û ’emelî wan řazî nedebû, le erîmatîye şarêkî yehûdyan û ke çawenořî padşayetî xułay bû.

52) ewe çû kin pîlatos û meytî yesû’î tełeb kird.

53) û hênaye xwarê û ewî be ketanî pêçawe û de qebrêkî hełqendirawî na ke de wêda qet hîçkes danendirabû.

54) û řojî tedarek bû û şemo nîzîk debû.

55) û ew jinaney ke degeł ewî le celîlî hatbûn, wedway kewtin û qebrekeyan dî û çilon meytî wî dandira.

56) û ke geřanewe, ’etran û řonanî xoşbonyan ḧazir kird û de şemoyda mwafqî ḧukim řiḧet bûn.