bab 21

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  494 Dîtin

1) û ke temaşay serewey kird, dewłemendanî dî ke dyarîy xoyan de xezêney dawîşt.

2) beła bêwejnêkî feqîrî dî ke dû filûsî de wê hawîşt.

3) û kutî: «beřastî be engo dełêm: ke ew bêwejne feqîre le hemuwan pitrî tê hawîşt.

4) çunke hemû ewane le zêdî xoyan denêw dyarîyanda hawîşt, beła ewe le feqîrîy xoy hemû beřêçûnî ke heybû têy hawîşt.»

5) û ke hêndêk beḧsî heykelî deyangut ke be berdanî çak û dyarîyan řazandiraw bû kutî:

6) «ew çitaney ke debînin, řojan dên ke de wanda berd leser berd namênê ke neřuxêndirê.»

7) beła pirsyaryan lê kird deyangut: «ey mamosta, dena kengê ewane debin? we nîşaney çîye wextêkî ewane debin?»

8) û ew kutî: «hoşyar bin ke hełnexełetêndirên, çunke zoran be nêwî min dên û dełên emnim û wext nîzîk buwe. ledway wan meçin.»

9) emma wextêkî beḧsî şeřan û şiluqîyan debyên meşêwên çunke lazme ke ewane hewełê bibin beła axîrî zû nebê.

10) ew demî be wanî gut: «mîllet leser mîllet řast debêtewe û padşayetî leser padşayetî.

11) û zilzilanî gewre û qatîyan û webayan de cê cêyanda debin. we dîtwanî saḧb tirs û nîşananî gewre le asmanê peyda debin.

12) beła le pêş hemû ew çitane destanî xoyan leser engo dawêjin û ezyetû deden û be kenîştan û bendîxanan teslîmû deken û le pêş padşayan û ḧakman debirdirên leber xatrî nêwî min.

13) şayedî bo engo debê.

14) dena de diłî xotan dabnên ke de pêşda bo cwabdanî fikir neken.

15) çunke emin zar û ’eqłî be engo dedem ke hemû mude’îyanî engo natwanin zîd řawestin yan qisan biken.

16) beła engo le walîdeynîş û birayan û xizman û dostan teslîm dekirên û le engo dekujin.

17) û engo le hemuwan debuẍzêndirên leber nêwî min.

18) û mûyek le serî engo win nabê.

19) be sebrî xotan, gyanî xotan qazanc biken.

20) beła wextêkî debînin ke urşelîm be leşkiran dewrendewr bidrê, ew demî bizanin ke xirapî wî nîzîk buwe.

21) ew demî ewaney ke de yehudîdan ba bo kêwan hełên û ewaney ke denêw wêdan ba weder bikewn û ewaney ke de dêyandan ba wejûr ewê nekewn.

22) çunke ewane řojanî tołen hetakû hemû çitanî ke nûsrawin tewaw bibin.

23) way bo awsan û şîrderan dew řojaneda çunke tenganeyekî gewre leser erzê debê û ẍezeb leser ew qewmey.

24) û be dimî şîrî dekewn û lenêw hemû tayfan yexsîr debirdirên û urşelîm le tayfan pamał dekirê heta wextanî tayfan tewaw bibin.

25) û de řoj û mang û estêranda nîşanan debin û leser erzê şêwawî tayfan be bê humêdî, le dengî beḧrî û şepolan.

26) û diłî xełkî le tirs û çawenořî ew çitaney ke leser awedanî dên lexo debnewe, çunke quwetanî asmanan delerzin.

27) û ew wextî kuřî însanî debînin de hewrêkîda be quwet û celalî gewre dê.

28) beła wextêkî ew çitane des pê deken ke bibin, xotan řast bikenewe û serî xotan biłind biken leber ewey ke xełasî engo nîzîke.»

29) û meselêkî be wan gut: «le darehencîrî û le hemû daran temaşa biken.

30) wextêkî ewêsta gełay der deken, debînin û boxotan dezanin ke elan hawîn nîzêke.

31) her waş engo, wextêkî debînin ke ew çitane debin, bizanin ke padşayetî xułay nîzêke.

32) řastî be engo dełêm ke ew silsile qet řanabrê heta ew çitane hemû debin.

33) erz û asman řadebirin beła kelamî min qet řanabirin.

34) beła le xotan agadar bin neba diłanî engo be zorxorî û mestî û xemî beřêçûnî giran bibin û ew řojey lenkaw leser engo bê wekû dawêkî.

35) çunke leser hemû řonîştuwan leser řûy hemû erzê dê.

36) beła bexeber bin de her wextida û du’a biken hetakû bitwanin le hemû ew çitaney ke dên xełas bibin û le ḧuzurî kuřî însanê řawestin.»

37) û be řojan de heykelîda te’lîmî deda beła be şewan weder dekewt û de kêwê ke kêwî zeytûnî bang dekirê řaydebward.

38) û sibḧeynê zû hemû qewmî hatne kin ewî de heykelîda ke gwêy lê bigirin.