bab 18

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  468 Dîtin

1) û meselêkî bo wan dehêna leser ewey ke lazme ke hemîşe du’a biken û ’aciz nebin.

2) deygut: «de şarêkîda qazîyek hebû ke le xułay nedetirsa û le însanî şermî nedekird.

3) û bêwejnêk dew şareyda hebû û dehate kin ewî deygut: «ḧeqqim bo bistêne le mudde’î xom.»

4) û heta zemanêkî zor neydewîst, beła le paşan de xoyda kutî: «her çend le xułay natirsim û le însanê şermî nakem.

5) dîsan çunke ew bêwejne zeḧmetim deda, ḧeqqî bo destênim, neba de axrêda bê û lêm bida.»

6) û řeb kutî: «bibyên ke ew qazîy naḧeq çî dełê.»

7) beła meger xuła ḧeqî hełbijêrawanî xoy ke şew û řoj le wî depařênewe nastênê? we meger degeł ewan direngî deka?

8) be engo dełêm ke ḧeqî wan be zûyî destênê. beła wextêkî kuřî însanî dê meger îman leser erzê peyda deka?»

9) beła be hêndêkan ke humêdyan leser xoyan dana ke sadiq bûn û î dîkanyan be sûkî dejmard, ew meseley gut:

10) dû kes bo heykelî weser kewtin ke du’a biken. yekêk firîsî bû û ewî dîke řadar.

11) firîsîyeke řawesta û degeł xoy weha du’ay dekird: «ya xuła, şukirî to dekem ke wekû însananî dîke nîm. cerdan, naḧeqan, zînaḧkaran, yan wekû ew řadareş.

12) ḧewtûy dû car řojû degirim, le hemû çitî ke qazanc dekem, de yek dedem.»

13) emma řadar ke le dûrewe řawesta û neydewîst çawanîşî bo asman hełênê, beła le singî xoy da, deygut: «ya xuła be minî gunaḧkar řeḧmê bike.»

14) be engo dełêm: ewe sadiq kira û bo małî xoy wexwar çû pitir le ewey dîke. çunke her kes ke xoy biłind bika, nêwî dekirê û ewey ke xoy newî bika biłind dekirê.

15) û tiflanîşyan hêna kin ewî ke destî le wan bida, beła wextêkî şagirdan dîtyan le wan tund bûn.

16) beła yesu’ ewanî bang kird, deygut: «le mindałan geřên ke bêne kin emin û men’yan meken çunke padşayetî xułay î ew terzaneye.

17) řastî be engo dełêm: her kes ke wekû mindałêk padşayetî xułay qebuł neka qet wejûr ewê nakewê.»

18) û yekêk le meznan pirsyarî lê kird, deygut: «ey mamostay çak, çî bikem ke jyanî ebedî mîrat bigirim?»

19) beła yesû’ be wî gut: «boçî be min dełêy çak? hîçkes çak nîye bêcge le yekêk ye’nî xuła.

20) ḧukman dezanî, zînaḧê meke, qetłê meke, dizî meke, şayedî be diro mede, ḧurmetî bab û daykî xot bigre.»

21) û ew kutî: «ewanem hemû le ciḧêłîyewe řagirtuwe.»

22) beła wextêkî yesû’ bîstî, be wî gut: «hêşta çitêkit keme. her çî ke hete bifroşe û be feqîranî bide û xezêneyekit de asmanda debê û were wedway min bikewe.»

23) emma wextêkî ewey bîst, zor xemnak bû, çunke zor dewłemend bû.

24) beła wextêkî yesû’ ewî dî, kutî: «çend zeḧmete bo wan ke dewłetyan heye ke wejûr padşayetî xułay bikewn.

25) çunke hasantire ke wiştirêk be kunî derzî têwe biçê le wey ke dewłemendêk wejûr padşayetî xułay bikewê.»

26) û ewaney ke bîstyan kutyan: «dena kê detwanê xełas bibê?»

27) beła ew kutî: «ew çitaney ke le kin xełkî namumkîne le kin xułay mumkîne.»

28) û pîtros kutî: «eweta eme çitî xoman becê hêştuwe û wedway to kewtûyn.»

29) beła ew be wanî gut: «řastî be engo dełêm: hîçkes leber xatrî padşayetî xułay becêy nehêştuwe mał yan jin yan birayan yan walîdeyn yan ewlad.

30) ke zor car ewendewe wernegrê û dew dinyayey ke dê jyanî ebedî.»

31) beła ew dwazdaney hełgirt û be wanî gut: «eweta weser dekewîn bo urşelîmî û hemû çitanî ke be pêẍemberan derḧeqî kuřî însanî nûsrawin tewaw debin.

32) çunke be bitperistan teslîm dekirê û gepî pê dedrê û bê ḧurmet û tifî lê dekirê.

33) û ke qamçîyan lê dawe, deykujin û de řojî sêyemda hełdestêtewe.»

34) û ewan hîç çitêk lew çitaney neyanfamî û ew qise le wan şardiraw bowe û tê negeyştin ew çitaney ke kutran.

35) û bû ke wextêkî ew nîzîkey yerîḧo hat, kwêrêk leser řêy řonîştibû û swałî dekird.

36) beła wextêkî bîstî ke ẍełebayî řadebird pirsyarî kird ke ewe çîye?

37) û xeberyan be wî da ke yesû’ nasrî řadebrê.

38) û qîjandî, deygut: «ya yesû’ kuřî dawud, řeḧmê be min bike.»

39) û ewaney ke de pêşda deçûn le wî tund bûn ke bêdeng bê. beła ew her pitir qîjandî: «ya kuřî dawud řeḧmê be min bike.»

40) û yesû’ řawesta û emrî kird ke ew bihêndirête kin ewî. we ke nîzîkî wî bû lêy pirsî:

41) «çit dewê ke bo to bikem?» beła ew kutî: «ya řeb, ke bibînim.»

42) û yesû’ be wî gut: «bibîne! îmanî to etoy xełas kirduwe.»

43) û cêbecê dîtî û wedway wî kewt û şukirî xułay dekird. we hemû qewm wextêkî ewyan dî ḧemdî xułayan dekird.