bab 19

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  478 Dîtin

1) û hate jûrê û be nêw yerîḧoda řadebird.

2) û eweta pyawêk hebû nêwî zekkî, û ewe meznî řadaran bû û ew dewłemend bû.

3) û deywîst ke yesû’î bibînê ke kêheye û neydetwanî leber ẍełebayî, çunke be bejin çikole bû.

4) û bo pêşewe lingî da û weser daretuyekî kewt hetakû ewî bibînê, çunke deba bew řêyda řabbirê.

5) û ke yesû’ hate ew cêy temaşay serewey kird û be wî gut: «ey zekkî, zû be û were xwarê çunke bo min lazme ke ewřo de małî tuda bimênim.»

6) û be zûyî hate xwarê û ewî be xoşḧałî qebuł kird.

7) û ke dîtyan hemû bołebołyan dekird, deyangut: «ke le kin pyawêkî gunaḧkar wejûr kewt ke menził bigrê.»

8) beła zekkî řawesta û be řebbî gut: «eweta ey řeb: nîwey małî xom be feqîran dedem, û eger be zułim çitêkim le kesêkî estandibê, çwar hênde dedemewe.»

9) û yesû’ be wî gut: «ewřo xełasî bo ew małey buwe, çunke ewîş kuřî îbrahîme.

10) çunke kuřî însanî hatuwe ke bo winbûy ḧewl bida û xełas bika.»

11) û ke ewan le ew çitanî gwêyan degirt meselêkî zyadî gut, çunke ew nîzîkî urşelîmî bû û ewan fikiryan dekird ke padşayetî xułay debê cêbecê aşkira bibê.

12) dena kutî: «pyawêkî esłizade bo wiłatêkî dûr çû ke padşayetîyekî bo xoy wergirê û bigeřêtewh.

13) û de ’ebdanî xoy bang kird û de menî be wan da û be wanî gut: «sûdê biken heta dêmewe.»

14) beła ře’yetanî wî ewyan debuẍzand û qasdyan le dway wî nard, deyangut: «namanewê ke ewe leser eme padşayetî bika.»

15) û bû ke wextêkî padşayetî wergirtibowe geřawe û kutî ke ew ’ebdaney ke dirawekî be wan dabû bo kin ewî bang bikirên hetakû bizanî her yek çend qazancî kirdibû.

16) beła î heweł hate pêşê deygut: «ey aẍa menî to de menî qazanc kirduwe.»

17) û be wî gut: «aferîn ey ’ebdî çak, çunke de çitêkî zor kemda emîn bûy, ḧikmatit leser de şaran debê.»

18) û î dûyem hat deygut: «ey aẍa, menî to pênc menî hêna.»

19) be wîşî gut: «etuş leser pênc şaran debî.»

20) û yekî dîke hat deygut: «ey aẍa, eweta menî xot ke de desmałêkî dandiraw řamgirtuwe.

21) çunke le to tirsam leber ewey ke pyawêkî tundî. ew çitey ke datnenawe hełdegrî û ew çitey ke netçanduwe deyçinî.»

22) be wî gut: «le zarî xot ḧukim leserit dekem, ey ’ebdî xirap. erê detzanî ke emin pyawêkî tundim; ke ew çitey ke damnenawe hełdegirim û ew çitey ke nemçanduwe deyçinim.

23) dena leber çî dirawî min be seřafit nedawe? we emin wextêkî hatim ewm degeł sutî tełeb kirdibaye.»

24) û be waney ke leknî řawestabûn kutî: «menî lê bistênin û biden be wey ke de menî heye.»

25) û be wîyan gut: «ey aẍa de menî heye.»

26) «be engo dełêm: her kes ke heyetî be wî dedrê, beła ewey ke nyetî ewey ke heşyetî lêy destêndirê.

27) beła ew dujminaney min, ewaney ke neyandewîst ke emin leser ewan padşayetî bikem bênne êre û leber çawî min ewan bikujin.»

28) û ke ewaney kutbû, le pêşewe deřoyî û bo urşelîmî weser dekewt.

29) û bû ke wextêkî nîzîkî beyt fagî û beyt ’enya bû lekin ew kêwey ke kêwî zeytûnî bang dekirê, dwanî le şagirdanî nard.

30) deygut: «biřone ew dêyey ke le pêştane. de wêda ke çûne jûrê, caşkêkî bestiraw peyda deken ke hêşta hîçkes leser ewê řonenîştuwe. ewî bikenewe û bîhênin.

31) û eger kesêk le engo bipirsê leber çî deykenewe, weha biłên: çunke řeb muḧtacî wîye.»

32) û nardirawan řoyîn û çilonêkî be wanî kutbû peydayan kird.

33) û ke ewan caşkekeyan dekirdewe saḧîbanî wî be wanyan gut: «boçî ew caşkey dekenewe?»

34) beła ewan kutyan: «çunke řeb muḧtacî wîye.»

35) û ewyan hêna kin yesû’ û cilî xoyan hawîşte ser caşkekey û yesû’yan swar kird.

36) û ke ew deçû; cilî xoyan de řêyda řadexist.

37) beła wextêkî nîzîkî berejêrî kêwî zeytûnî bû, hemû cema’etî şagirdan be xoşḧałî destyan pê kird ke be dengêkî biłind şukirî xułay biken, bo hemû ew quwetaney ke dîbûyan.

38) deyangut: «mimbarek bê ew padşay ke be nêwî řeb dê. de asmanda selam û de biłindanda celal.»

39) û hêndêk le firîsîyan lew ẍełebayyey be wîyan gut: ey mamosta, şagirdanî xot zem bike.

40) û cwabî da û kutî: «be engo dełêm: eger ewane bêdeng bin, berdan deqîjênin.»

41) û ke nîzîk bû û şarî dî, leser ewê girya.

42) û kutî: eger bizanîbay etoş hêşta dew řojêda ew çitanî selametî xot, beła ewêsta leber çawanî to şardirawin.

43) çunke řojan leser eto dên ke dujminanî to le dewrî to sengerêkî hełdekenin û dewrendewrî to degirin û le hemû layêkî ezyetit deden.

44) û eto degeł xakî řêk dexen û mindałanit de toda û berd leser berd de toda nayełn. leber ewey ke zemanî tuş bûnî xotit nezanîwe.

45) û ke wejûr heykelî kewt, destî pê kird ke ewane der bika ke deyanfirot.

46) be wanî gut: «nûsrawe ke małî min debê małî nwêj bibê, beła engo ewu kirdote eşkewtî cerdan.

47) û hemû řoj de heykelîda te’lîmî deda, beła kahînanî gewre û xwêndewaran û muḧteberanî qewmî ḧewlyan deda ke ewî hîlak biken.»

48) û peydayan nedekird ke çî biken, çunke cem’î qewmî leser ewî heł’awesrabûn ke gwêy lê bigirin.