bab 17

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  443 Dîtin

1) û be şagirdanî xoy gut: «namumkîne ke heł’engutnan nên, beła way bo ewey ke be sebebî wî dên.

2) bo wî çatir debû eger berdaşêk de estoy wî bixrabaye û de beḧrî bawêjrabaye le wey ke yekêk lew çikolane hełbingiwênê.

3) le xotan agadar bin. eger biray to gunaḧ bika, ewî mezemmet bike û eger tobey bika, ewî bibexşe.

4) û eger řojê ḧewt caran leser eto gunaḧ bika û ḧewt caran bo kin eto bigeřêtewe û biłê tobey dekem, ewî bibexşe.»

5) û řesułan be řeb kutyan: «îmanî me zyad bike.»

6) beła řeb kutî: «eger wekû denkêkî xerdel îmanû hebaye, bew dare tuwey detangut: hełbikendirê û de beḧrêda biçeqêndirê û îta’etî engoy dekird.

7) beła kêhe le engo ke ’ebdêkî hebê ke cûtî yan şwanê deka, ke wextêkî le zewî bêtewe be wî biłê: zû were êre û leser sifrey řonîşe?

8) beła erê be wî nałê: çitêkî ḧazir bike ke şam bixom û piştî xot bibeste û xizmetî min bike heta bixom û bixomewe û le paşan eto bixo û bixowe?

9) meger lew ’ebdey minnet hełdegrê çunke ew çitaney ke emir kiran becêy hêna?

10) her waş engo wextêkî hemû çitanî ke be engo emir kirawin kirdûtane biłên: ’ebdanî bê fayde heyn, ew çitey ke bo me wacb bû ke bîkeyn kirdûmane.»

11) û bû ke wextêkî bo urşelîmî deçû, de mabeynî simarye û celîlîda řadebird.

12) û ke ew wejûr dêyekî dekewt, de pyawî gul tûşî wî bûn ke le dûrewe řawestan.

13) û ewan dengyan hełêna, deyangut: «ey yesû’ mamosta, řeḧmê be me bike.»

14) û wextêkî ewanî dî be wanî gut: «biřon û xotan bo kahînan nîşan biden.» û bû ke wextêkî ewan deçûn pak bûnewe.

15) beła yekêk le wan, wextêkî dîtî ke saẍ bowe geřawe û be dengêkî biłind, şukirî xułay dekird.

16) û leber pêyanî wî be ser řûda kewt û minnetî lê hełdegirt û ew simarî bû.

17) beła yesû’ cwabî da û kutî: «erê ew deyane pak nebûnewe? ew noyane le kwên?

18) erê peyda nebûn ke bigeřênewe, ke şukirane be xułay biden bêcge lew ẍerîbe?»

19) û be wî gut: «hełsite biřo. îmanî to, etoy xełas kirduwe.»

20) û ke le firîsîyan pirsyarî lê kira, ke padşayetî xułay kengê dê, cwabî be wan da û kutî: «padşayetî xułay be dîtnê aşkira nayê.»

21) û naşłên, eweta lêre yan lewê, çunke eweta padşayetî xułay lenêw engoye.

22) beła be şagirdanî gut: «řojan dên ke arezû deken ke yekêk le řojan kuřî însanî bibînin û naybînin.

23) û be engo dełên: «eweta lêre, meçin û wedway mekewn.»

24) çunke çilonêkî biruske wextêkî debruqê le layek le bin asman heta bo layekî dîke le bin asman şewq deda, her waş kuřî însanî de řojî xoyda debê.

25) beła hewełê bo wî lazme ke ezyetanî zor bikêşê û le ew silsiley řed bikirê.

26) û çilonêkî de řojanî nuḧda bû, her waş de řojanî kuřî însanîda debê.

27) deyanxiward û deyanxiwardewe, mareyan dekird û mare dekiran heta ew řojey ke nuḧKes wejûr gemê kewt û tofan hat û hemûyanî hîlak kird.

28) her wekû de řojanî lutKesyişda bû, deyanxiward û deyanxiwardewe, deyankiřî û deyanfirot, deyançand û dirustan dekird.

29) beła dew řojeyda ke lut le sidumî weder kewt awir û gugird le asmanê barî û hemûyanî hîlak kird.

30) her waş debê dew řojeyda ke kuřî însanî aşkira debê.

31) dew řojeyda ewey ke leser banî debê û esbabanî wî de małêdan, ba nête xwarê ke ewan hełbigrê û her wa ewey ke de zewîdaye, ba negeřête ew çitaney paşewe.

32) jinî lut webîrû bênin.

33) her kes ke byewê ke gyanî xoy xełas bika, winî deka û her kes ke winî bika, zîndûy dekatewe.

34) be engo dełêm: «de ewî şewêda dû leser yek doşek debin, yekêk destêndirê û ewî dîke becê dehêştirê.

35) dû jin debin ke pêkewe destar deken, yekêk destêndirê, beła ewî dîke becê dehêştirê.

36) dû de zewîda debin, yekêk destêndirê û ewî dîke becê dehêştirê.»

37) cwabyan da û be wîyan gut: «le kwê ey řeb?» beła ew be wanî gut: «her cêyekî ke kelak bê, lewêş dałan xiř debnewe.»