bab 16

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  422 Dîtin

1) beła be şagirdanîşî gut: «pyawêkî dewłemend hebû ke nazrêkî bû û ew lekin ewî gilêyî lê kirabû, wekû yekêkî ke małî wî xesar dekird.»

2) û ewî bang kird û be wî gut: «ewe çîye ke beḧsî tu debyêm? ḧîsabî nazrêtî xot bide, çunke îdî natwanî nazrêtî bikey.»

3) beła ew nazre de xoyda kutî: «çî bikem? çunke aẍay min nazrêtî le min destênê. natwanim ke hełbikenim û şermê dekem ke swał bikem.

4) dezanim çî bikem, hetakû wextêkî le nazrêtî der kirawim emin de małanî xoyanda qebuł biken.

5) û her yekêkî le qerizdaranî aẍay xoy bang kird û be î hewełêy gut: «be aẍay min çend qerizdarî?»

6) û ew kutî: «sed batman řon.» beła ew be wî gut: «syay xot bigre û řonîşe û zû pîncay binûse.»

7) le paşan be yekî dîkey gut: «beła eto çend qerizdarî?» û ew kutî: «sed bar genim.» be wî gut: «syay xot bigre û heştay binûse.»

8) û aẍa lew nazrey naḧeq aferînî kird ke be ’eqłî kar kirdibû. çunke kuřanî ew dinyayey degeł silsiley xoyan ’aqłitirin le kuřanî řûnakayî.

9) emnîş be engo dełêm: «be mamunayTeksta ne aşkira naḧeqî, dostan bo xotan peyda biken hetakû wextêkî ew xełas debê, engo de xêwetanî ebedîda qebuł biken.

10) ewey ke de kemda emîne, de zorîşda emîne, û ewey ke de kemda naḧeqe, de zorîşda naḧeqe.

11) dena eger de mamunayTeksta ne aşkira naḧeqda emîn nebûbayn kê ewey ḧeq be engo despêrê?

12) û eger de î dîkeyda emîn nebûbayn kê î xotan be engo deda?

13) hîç xizmetkarê natwanê xizmetî dû aẍayan bika, çunke yan yekêkî debuẍzênê û ewî dîke deḧubbênê, yan tab’î yekêkî debê û ewey dîke sûk dejmêrê. engo natwanin xizmetî xułay û mamunayTeksta ne aşkira biken.»

14) beła firîsîyan ke dirawdost bûn hemû ew çitaneyan bîst û misxareyan be wî dekird.

15) û ew be wanî gut: «engo ewanen ke xotan de pêş xełkîda sadiq deken, beła xuła diłû denasê, çunke ew çitey ke le nêw xełkî biłinde, de pêş xułayda naḧeze.

16) şerî’et û pêẍemberan heta yuḧenna bûn. le ew wextêwe mizgênî padşayetî xułay dedrê. we her kes be zorî wejûr ewê dekewê.

17) beła hasantire ke erz û asman řabbirin le wey ke yek texte le şerî’et bikewê.

18) her kes ke jinî xoy berełła bika û yekî dîke mare bika, zînaḧ deka. we ewey ke berełłakirawêkî le mêrdî, mare bika, zînaḧ deka.»

19) beła pyawêkî dewłemend hebû û erẍewan û ketanî deber dekird û her řoj be ’eyşî keyfixoşî dekird.

20) û feqîrêk hebû nêwî îl’azer, ke birîndar le ber derkey wî hawîştirabû.

21) û arezûy dekird ke xoy têr bika, lew çitaney ke le sifrey ew dewłemendey dekewtin. beła seganîş dehatin û birînekanî wîyan delêstewe.

22) beła bû ke ew feqîrey mird û be melayketan bo baweşî îbrahîmî birdira. beła dewłemendekeş mird û nêştira.

23) û ke çawanî xoy de ’alemî mirduwanda hełêna ke de ’azabanda bû, le dûrewe îbrahîmî dî û îl’azer de baweşî wîda.

24) û ew qîjandî û kutî: «ey babe îbrahîm řeḧmê be min bike û îl’azer binêre hetakû serî qamkî xoy de awê bixa û zimanî min fênk bika, çunke dew haławeyda ’azab dekêşim.»

25) beła îbrahîm kutî: «ey řołe, webîrit bêne ke çitanî çakî xot de ’umrî xotda wertigrit û her weha îl’azer çitanî xirap. beła ewêsta ew lêre diłxoşî dedrê û eto ’azab dekêşî.

26) û leser hemû ew çitaney mabeynî me û engo xendeqêkî gewre qaymkiraw heye hetakû ewaney ke deyanewê le êre bo kin engo řabirin, netwanin û neş le ewê bo kin eme řabirin.»

27) beła ew kutî: «dena tikat lê dekem, ey babe, ke ewî bo małî babim binêrî.

28) çunke pênc biram heye, hetakû şayedî çak be wan bida, neba ewanîş bo ew cêy ’azabî bên.»

29) beła îbrahîm kutî: «mûsa û pêẍemberanyan heye. ba gwê le wan bigirin.»

30) beła ew kutî: «nexêr, ey babe îbrahîm, beła eger yekêk le mirduwan bo kin ewan biřwa tobe deken.»

31) beła ew be wî gut: «eger le mûsa û pêẍemberan gwê nagirin baweřîş naken eger yekêk le mirduwan hełbistêtewe.»