bab 5

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  468 Dîtin

1) û bû ke wextêkî xełkî leser ewê xiř bûnewe ke gwê le kelamî xułay bigirin û ew le kin beḧrî cinîsarit řawestabû.

2) dû gemêyanî dî le kin beḧrî řawestaw, beła masîgran le wan weder kewtibûn û tořanyan deşûşt.

3) û de yekêk lew gemêyane ke î şem’ûnî bû wejûr kewt û le wî tełeb kird ke kemêk le wişkî dûr bikêşê û řonîşt û le gemê cema’etanî te’lîm deda.

4) û ke le qisekirdinî xełas bû be şem’ûnî gut: «lê xuřê bo qûłî û tořanî xotan bawêjin bo řawê.»

5) û şem’ûn cwabî da û kutî: «ey aẍa de hemû şewêda zeḧmetman kêşawe û hîçman negirtuwe, beła be qisey to, tořan dawêjim.»

6) û ke eweyan kird, dewrey cem’êkî zorî masyanyan girt û tořanî wan dedřan.

7) û bo hawałan de gemêy dîkeda îşařetyan kird ke bên û degeł ewan bikêşin û hatin û her dûk gemêyan piř kird, weha ke ewan qim debûn.

8) û ke şem’ûn pîtros dîtî kewte ber çokanî yesû’, deygut: «ya řeb le kin emin weder bikewe çunke pyawêkî gunaḧkarim.»

9) çunke şêwawî ewî girtibû û hemû ewaney ke degeł ewî bûn, le ser ew řawey masîyan ke girtibûyan.

10) û her waş ye’qûb û yuḧenna, kuřanî zebdî ke şerîkî şem’ûnî bûn. we yesû’ be şem’ûnî gut: «metirse, lewey paş însanan degrî.»

11) û ke gemêyanyan leser wişkî hênabû hemû çityan becê hêşt û wedway wî kewtin.

12) û bû ke wextêkî ew de yekêk le şaranda bû, eweta pyawêk piř le gulêtî bû û ke yesû’î dî beser řûda kewt û lêy pařawe, deygut: «ya řeb eger bitewê detwanî emin pak bikeyewe.»

13) û destî dirêj kird û destî lê da, deygut: «demewê, pak bewe.» û cêbecê gulêtî leser ewî laçû.

14) û ew ḧukmî lê kird ke be hîçkes nełê, beła biřo xot be kahîn nîşan bide û ew qurbanîyey bere bo pakbûnewey xot çilonêkî mûsa emrî kirduwe bo şayedî leser ewan.

15) beła xeberî beḧsî wî her pitir biław bowe û cema’etanî zor xiř bûnewe ke gwêy lê bigirin û ke le nexoşyaney xoyan saẍ bibnewe.

16) beła ew xoy welay dekêşa de çołanda û du’ay dekird.

17) û bû de yekêk lew řojaneda ke ew te’lîmî deda û firîsyan û mu’elîmanî şerî’et ke le her dêyekî celîlê û yehûdîye û urşelîmê hatbûn řonîştibûn û quwetî řeb de wîda bû bo saẍkirdinewey.

18) û eweta çend kes, pyawêkî ke îflîc bû leser doşegêkyan dehêna û deyanwîst ke ewî wejûr bênin û de pêş ewî daybinên.

19) û ke leber xełkî řêyan peyda nekird ke ewî wejûr bênin; weser banî kewtin û be nêw xiştanda ewyan degeł doşegî bo nêwî le pêş yesû’ dayşte xwarê.

20) û ke baweřî wanî dî kutî: «ey pyaw, gunaḧanî to, be to, bexşirawin.»

21) û xwêndewaran û firîsyan destyan pê kird ke fikir biken, deyangut: «ewe kêye ke kifir dełê? kê detwanê gunaḧan bibexşê bêcge le xułay tenya?»

22) beła ke yesû’ xeyałanî wanî zanî cwabî da û be wanî gut: «de diłî xotanda çî fikir deken?

23) kêhe hasantire? ke biłêy: gunaḧanî to bexşirawin yan ke biłêy: hełsite û bigeřê?

24) beła hetakû engo bizanin ke kuřî însanî ḧîkmatî heye leser erzê ke gunaḧan bibexşê, bew îflîcey gut, bo to dełêm, hełsite û doşegî xot hełgire û biřo małî xot.»

25) û cêbecê hełsita le pêş ewan û ew çitey ke leserî kewtibû hełgirt û çû małî xoy û şukirî xułay dekird.

26) û te’ecub hemuwanî dagirt û şukirî xułayan kird û le tirs piř bûn, deyangut: «ewřo çitanî ’ecaybiman dîwe.»

27) û le paş ew çitane weder kewt û řadarêkî dî ke nêwî lawî bû, le kin gumrugî řonîştibû û be wî gut: «wedway min bikewe.»

28) û hemû çitî becê hêşt, hełsita û wedway wî kewt.

29) û lawî mîmanîyekî gewrey de małî xoyda bo wî kird û cem’êkî zorî řadaran û î dîkane degeł ewan leser sifrey řonîştibûn.

30) û firîsyan û xwêndewaranî wan leser şagirdanî wî bołebołyan dekird, deyangut: «leber çî degeł řadaran û gunaḧkaran dexon û dexonewe?»

31) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «saẍan îḧtyacî ḧekîmyan nîye beła nexoşan.

32) nehatûm ke sadqan bo tobey bang bikem, beła gunaḧkaran.»

33) û ewan be wîyan gut: «şagirdanî yuḧenna zor caran řojû degirin û du’a deken, her waş î firîsyan, beła î tu dexon û dexonewe.»

34) û yesû’ be wanî gut: «erê engo detwanin biken ke xełkî dawetê řojû bigirin, wextêkî zawa degeł ewane?

35) beła řojan dên ke zawa le wan destêndirê û ew wextî dew řojanda be řojû debin.»

36) û meselêkî be wan gut ke hîçkes peřoyekî le cilî taze nadřê û le cilêkî konî bida, eger ne, ew tazeş dedřê û pîney lew tazey de koneyda cê nagrê.

37) û hîçkes şeřapî taze de meşkanî kon tê naka, eger ne, şeřapî taze meşkan deqełeşênê û bo xoy deřjê û meşkan zaye debin.

38) beła şeřapî taze de meşkanî taze tê dekirê û herdûkyan řadegîrên.

39) û hîçkes ke şeřapî konî xwardibêtewe, î tazey nawê, çunke dełê, ew kone çatre.