bab 6

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 Xulek  278 Dîtin

1) û bû ke de şemoyda be nêw zewîyanda řadebird û şagirdanî wî gułyan deçnî û be destan deyanperwerand û deyanxiward.

2) beła hêndêk le firîsyan kutyan: «bo çî deken ewey ke de şemoyda dirust nîye?»

3) û yesû’ cwabî da û be wanî gut: «erê eweşû nexwênduwe ke dawud çî kird wextêkî birsî bû ew û ewaney ke degeł ewî bûn.

4) çilon wejûr małî xułay kewt û nanî řabwardinî hełgirt û xwardî û daşî be ewaney ke degel ewî bûn, ewey ke ḧełał nîye ke bîxwa meger tenya bo kahînan?»

5) û be wanî gut: «kuřî însanî řebbî şemoyye.»

6) û bû de şemoyekî dîkeda ke ew wejûr kenêştî kewt û te’lîmî deda û pyawêk lewê hebû ke destî řastî wî wişk bû.

7) û xwêndewaran û firîsyan le wî syadTeksta ne aşkira bûn ke eger de şemoyda saẍî bikatewe hetakû gilêyekî lê peyda biken.

8) beła ew xeyałanî wanî zanî û bew pyawey ke deste wişkekey bû kutî: «hełsite û řaweste nêwî!» û hełsita û řawesta.

9) û yesû’ be wanî gut: «le engo depirsim eger diruste de şemoyda çakekirdin yan xirapekirdin, xełaskirdinî gyanêkî yan helakkirdinî?»

10) û ke temaşay dewrendewr leser hemuwanî kird, be wî gut: «destî xot dirêj bike!» û kirdî û destî wî saẍ bowe.

11) beła ewan piř le harî bûn û be yektirî qiseyan dekird ke degeł yesû’ çî biken?

12) û bû ke dew řojanda bo kêwî weder kewt ke nwêj bika û şewî be du’akirdinî xułay řabward.

13) û ke řoj bowe; şagirdanî xoy bang kird û dwazdey le wan hełbijard ke ewanîşî řesułan nêw na.

14) şem’ûnî ke pîtrosîş nêw naw endirîyas biray wî ye’qub û yuḧenna û fîlpos û bêrtulmay.

15) û metta û toma û ye’qub kuřî ḧelfî û şem’ûn ke ẍîretdar bang dekirê.

16) û yehûday ye’qubî û yehuday êsxerîwtî ke teslîmker bû.

17) û ke degeł ewan hatbuwe xwarê leser cêyekî deşt řawesta û degeł cema’etêkî zor le şagirdanî wî û cem’êkî zor le qewmî le hemû yehûdîye û urşelîmê û qeraẍî beḧrî sowir û sîdûn.

18) ke hatbûn hetakû gwêy lê bigirin û ke le nexoşyanî xoyan saẍ bibnewe. we ewaney ke le řuḧanî pîs ezyetyan dekêşa saẍ bûnewe.

19) û hemû xełkî deyanwîst ke destî lê biden çunke quwetêk le wî weder dekewt û hemuwanî saẍ dekirdewe.

20) û ew çawanî xoy leser şagirdanî hełêna û kutî: «xozge be engo ey feqîran, çunke padşayetî xułay î engoye.

21) xozge be engo ke ewêsta birsîn, çunke têr debin. xozge be engo ke ewêsta degrîn, çunke pê dekenin.

22) xozge be engo wextêkî xełkî engo debuẍzênin û wextêkî engo le xoyan cwê dekenewe û cinêwu pê deden û nêwî engo wekû çitêkî xirap weder dexen bo xatrî kuřî însanî.

23) dew řojaneda şad bin û keyfixoşî biken, çunke eweta ḧeqî engo de asmanda zore. çunke her bew terze bapîranî wan be pêẍemberanyan dekird.

24) beła way bo engo ey dewłemendan çunke diłxoşîy xotanû wergirtuwe.

25) way bo engo ke ewêsta têrin, çunke birsî debin. way bo engo ke ewêsta pê dekenin, çunke şînê deken û degrîn.

26) way bo engo wextêkî hemû kes be çakî beḧsî engo deken, çunke bapîranî wan her bew terze degeł pêẍemberanyan diroznyan dekird.

27) beła be engo ke gwê degirin dełêm: dujminanî xotan biḧubênin, bo ewaney ke engo debuẍzênin çakey biken.

28) bo ewaney ke engo le’net deken bereket tełeb biken û bo ewaney ke xirap beḧsî engo deken du’ay xêr biken.

29) ewey ke le řûmetêkî to deda, ewey dîkeşî bo wergêře. we ewey ke ’ebat destênê, kirasekeş lêy men’ meke.

30) her kes ke le to tełeb deka, bide û ewey ke małî to destênê lêy tełeb mekewe.

31) û çilonêkî ke detanewê ke xełkî degeł engo biken her waş degeł ewan biken.

32) û eger engo ewan biḧubbênin ke engo deḧubbênin minnetû çîye? çunke gunaḧkaranîş deḧubbênin ewaney ke ewan deḧubbênin.

33) çunke eger çakeş biken bo ewaney ke bo engo çakey deken minnetû çîye? gunaḧkaranîş her wa deken.

34) û eger qerz biden be ewaney ke humêdû hebê le wan bistênnewe, minnetû çîye? gunaḧkaranîş be gunaḧkaran qerz deden hetakû ewendey bistênnewe.

35) beła dujminanî xotan biḧubbênin û çakey biken û qerz biden, bê humêdî estandinewey û ḧeqî engo zor debê û kuřanî te’ala debin, çunke ew leser bê minnetan û xirapan çake.

36) be řeḧim bin çilonêkî babî engo be řeḧme.

37) û ḧukmê meken û qet leser engo ḧukim nakirê û xetadar meken û qet xetadar nakirên. bibexşin û debexşirên.

38) biden û be engo dedrêtewe. pêwaneyekî çak şêldiraw, řaweşandiraw û řêjařêj de koşî engoda deken, çunke be her pêwaneyekî ke depêwin bo engo depêwrêtewe.»

39) û meselêkîşî be wan gut: «meger kwêrêk detwanê kwêrêkî bełedî bika? erê herdûk de çałeyda nakewn?

40) şagird le mamosta zyatir nîye, beła her kes ke kamłe wekû mamostay xoy debê.

41) û boçî puşkey de çawî biratda debînî, beła le karîtey de çawî xotda agat lê nîye?

42) çilon detwanî be birat biłêy: «ey bira lêm geřê ke puşkey ke de çawî to daye deryênim», ke boxot karîtey de çawî xotda nabînî? ey řyakar; hewełê ew karîtey le çawî xot derêne û ew wextî çak debînî ke puşkey ke de çawî biratdaye deryênî.

43) çunke darêkî çak nîye ke mîwey xirap bênê û îdî neş darêkî xirap ke mîwey çak bênê.

44) çunke her darêk le mîwey xoy denasrê, çunke le diřwan hencîran xiř nakenewe û le gwênî tirê lê nakenewe.

45) însanî çak le xezêney çakey diłî xoy çitî çak derdênê û î xirap le xezêney xirapey çitî xirap derdênê, çunke le zîddî dił, zarî wî qisan deka.

46) beła boçî engo emin řeb bang deken û ew çitey ke dełêm nayken?

47) her kes ke bête kin emin û le qisanî min gwê bigrê û ewanî becê bênê be engoy nîşan dedem ke be kê deşubhê.

48) deşubhê be pyawêkî ke xanuwêkî dirust deka ke hełî dekend û qûłî kird û binaẍey leser şaxî dana û ke sêław hat çomî lew xanuwey xist û neytiwanî ewî bibziwênê leber ewey ke ew çak dirust kirabû.

49) beła ewey ke debyê û nayka deşubhê be pyawêkî ke xanuwêkî leser erzê bê binaẍe dirust kird û çomî lê xist û cêbecê kewt û řûxandinî ew xanuwey gewre bû.»